DaxuyanîManşêt

JI BO RAYA GİŞTÎ Û RAGİHANDİNÊ

Îro li pêşiya navenda Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD li Hesekê , bi rêkeftinekê Partiya Yekîtîya Demokratîk PYD ê û rêxistina Kongra der barê hilbijartinan de daxuyaniyek dan.

Daxuyanî wiha bû;

Wekî ku tê zanîn Komisyona Bilind a Hilbijartinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di heyva derbasbûyî de ragihand ku dê di 30 heyva Gulana 2024 de hilbijartinên şaredariyan çêbike . Di çarçova amadekariyên der barê hilbijartinan de, em wekî Partiya Yekîtîya Demokratîk PYD ê û rêxistina Kongra star der barê makanîzmeya destnîşankirina namzetan û amadekirina lîsteyên hevbeş de bi armanca avakirina şaredariyeke demokratîk gihîştin lihevkirinê. Li ser vî esasî em dixwazin bi raya giştî re bi par ve bikin .
Wek tê zanîn şaredariya demokratîk û civakî bingeha rêvebiriyên xwecihî ye û aliyekî girîng ê rêxistina civaka demokratîk e .
Em dibînin ku rola şaredariyan wekî yekîneyeke xwecihî bi du rola dilîze ; ya yekem bi awayekî pisporî û berhemdar xizmeta civakê dike û ya duyem demokrasiya rasterast bi pêş dixe û dihêle ku gel bêdiviyên xwe diyar bike, herwiha bi hevkariya şaredariyan û bi aqilekî hevbeş pilan û projeyan bi pêş dixe.
Li gor Peymana Civakî û Zagonê Rêvebiriya Xweser dê hilbijartina meclisên şaredariyan ji hêla gel ve çêbibe. Ev yek jî xwerêvebirinê bi hêz dike .
Ji ber pergala navendî a rêjîma Sûrî û tevahî herêmê, rêveberên xwecihî hatibûn paşguhkirin û pûçkirin, lewma pêşxistina çanda demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî girîngiyeke dîrokî ye . Ew dê bibe mînaka demokrasiya rasterast.
Di demeke ku şer, alozî û êrîş li dijî Rêvebiriya Xweser bi pêş dikevin, pêkanîna hilbijartinên şaredariyan  di pêşixistina pergala demokratîk de nîşaneya îsrarê ye ku xwe dispêre vîna gelan.
Li ser vê bingehê em wekî PYD û Kongra STAR didin diyarkirin ku em ê beşdarî hilbijarinê 30 Gulanê bibin . Ew jî bi riya rêkeftina ku xwe dispêre rêgezên şaredariya civakî, demokratîk , ekolojîk û azadiyê jinê. Bi vê rêkeftinê em li ser rola partiyan û tevgerên jinan a girîng di pêşxisitna demokrasiya rasteqîn de tekez dikin. Di heman demê de rêkeftina me rola jinê a girîng di avakirina şaredariya ku xizmeta azadî û wekheviyê dike, dide nîşandan. Beşdarbûna Kongra Star bi rêkeftina PYDê re bi navê xwe dê bibe mînaka yekem di herêma me de. Bi vî rengî wê Kongra Star di şoreşa civakî de gaveke nû bavêje ku wê jin bi nasnameya xwe û rêxisitina xwe beşdarî hilbijartinan bibe.
Herwiha em didin diyarkirin ku ev rêkeftin ji bo hemû partî û rêxistinên civakî ên ku bixwazin beşdar bibin, vekiriye. Em wekî rêkeftina Kongra Star û PYDê dibînin ku demokrasiya hundirîn daxwazeke girîng e ji bo ku em bikarin rêgezên demokrasiyê û azadiaya jin biparêzin. Em girîng dibînin ku em ji rêxistinên xwe dest pê bikin. Lewma me biryar da ku em hilbijartinên amadeyî bikin û namzetên xwe bi vîna kolektîf diyar bikin, ango dûrî biryarên takekesî û navendî bin. Emê dema hilbijartinên amadeyî ên ku dê çêbibin, di demeke pêş de ji hêla rêxistin û şaxên xwe ve ragihînin. Banga me ji bo endam û alîgirên me heye ku beşdarî hilbijartinên amadeyî bibin, da ku em namzetên xwe ên jîr ku bikarin daxwazên me di avakirina şaraedariyeke ekolojîk, azadîxwaz û wekhev de pêk bînin, diyar bikin .
Em bawerin ku pêvejoya hilbijartinên ku dê di 30 gulana 2024 de çêbibin heta dawiyê vekirî û zelal bin. Dêmek şaredariyê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê bibe mînaka ku vîn û daxwaza gelê me biteyisîne. Careke din em silav û rêzên xwe pêşkeşî tevahî gelên xwe, jinan û raya giştî dikin .

Rêkeftina Kongra STAR û Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê 

17-4-2024

Back to top button