ÇalakîJinManşêtNûçePYD

kantona Efrîn- Meclisa Jin a PYD civîna berfireh a bajarokê Til Qerehê li darxist

Meclisa Jin a PYD ji bo amadekariyên Konferansa Giştî ya Jin li ser asta bajarokê Ahrezê rêzecivînên berfireh tên li dar xistin.

Civîn li bajarokê Til Qerehê bi beşdariya rêveberên bajar, endamên şaneyan û endamên partî di meclîs, komîn û Kongre Star hate li dar xistin.

Civîn ji aliyê endamên meclîsa partiyê Rûdîn Mihemed û Yildiz Mûsa ve hat bi rêve birin.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan dest pê kir.

Piştre rewşa siyasî Ji aliya rêveberiya giştî ya bajaroke Ehrezê li ser asta cîhanî û herêmî hate gotûbêjkirin û li ser pirsgirêk û zehmetiyên ku jinên tê re derbas dibin nîqaş kirin. Her wiha ji aliyê endamên beşdar ve namzet hatin vekirin.

Pêvajoya hilbijartinê bi dawî bû û li gorî hejmartina dengan her du rêheval Sîham Allûş û Slava Mistefa li ser asta bajarokê Ehrezê weke rêveber hatin erkdarkirin.

Her wiha sonda berdewamkirina xebat û têkoşîna partiyê ji aliyê rêhevalên jin ve hate xwendin.

Back to top button