ÇalakîJinManşêtNûçePYD

Kantona Efrîn- civîna berfereh ya Meclisa jin hat li darxistin

Kantona Efrîn û şehba

Di çarçoveya amadekariyên Konferansa Jin a Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û di bin diruşmeya “Rêxistina jin û civakê misogerkirina azadiya Rêber Ocalan e” Meclisa Jin dest bi civînên xwe yên berfireh li ser asta bajar û kampan kir. ji bo ku li her bajarekî rêveberên jin werin hilbijartin.

Li bajaroka Ehdasê Meclisa jin a partiya Yekitiya Demokrat PYD e civînek berfireh li dar xist,bi amadebûna rêveberên bajar, endamên şaneyan û hemû endamên partiyên jin ên li sazî, tevger, meclis, komîn û gundên girêdayî bajêr.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna giyanê şehîdan dest pêkir û piştre ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Meclisa Bajêr ve rewşa siyasî hat nirxandin.

Paşê rewşa rêxistinî û pirsgirêk û zehmetiyên ku jin di karê xwe de rû bi rû dimînin, rexne û rexne dayîn û pêşniyarên ku dê xebatên jinan di nava bajarok û şaneyan de pêşbixin hatin nîqaşkirin. Her wiha ji bo endamên jin ên di civînê de ji bo rêveberiya hevpar a bajarok û rêveberiya jinan bên hilbijartin jî namzet hatin vekirin

Di dawiya civînê de li gorî hejmartina dengan her du rêhevalên bi navê Zeyneb Hisên û Henîfe Cawîş weke rêveberên bajêr hatin destnîşankirin û soz Dan Ku xebat û têkoşîna xwe bimeşînin.
Her wiha ev civînên berfireh wê li hemû bajar û kampan werin li darxistin.

Back to top button