DaxuyanîManşêtNûçePYD

Pîrozbahiya cejna sersala êzîdiyan

Partiya yekîtiya demokratîk PYD cejna çarşema sor li hemû  gelên Bakur û Rojhilatê sûriyê , pêkhateyên sûriyayê û bi taybet li êzîdiyan bi vê boneyê cejina serê sala êzîdiyan yak û dikeve 17nîsanê de pîroz kir.

ev cejin di dîroka mezebotamiyayê weke çanda kurdên êzîdî hatiye diyar kirin û Ya ku girîngiyê dide nirxên nûvekirinê, wateya hêja ya pêşketina mirovî û çanda cur be curkirinê û jiyana hevbeş.

Careke din cejna çarşema sor li gelê xwe yê êzîdî pîrozdikin û Em bi hezaran qurbaniyên Êzidiyên ku rastî neheqî, êrîş û zêdetirî 73 komkujîyan hatin kirin, ya herî dawî bi destên çeteyên faşîst ên DAIŞ’ê yên ku rejîma Enqereyê destek dike, û bi taybet ya li şengalê sincar bi bîr tînin, û ji mafê waye ku xwe rêxistinkin di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de çanda û dîroka xwe derxînin.

16 Nîsana 2024 an

Meclisa giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD

 

 

Back to top button