Partiyên siyasî yên navçeya Girkê Legê duh bombebarana dewleta Tirk ser çiyayên Kurdistanê ,xiyaneta Partiya Demokrat a Kurdistanê û êrîşên polîsên Belçîkayê ser ofîsa kenalên Stêrk û Mediya şermezar kirin.
Daxuyanî li pêşberî navenda TEVDEM hat xwendin û Di daxuyaniyê de hate gotin ku armanca êrîşa dewleta Tirk li ser destkeftî û nirxên gelên Bakurê Iraqê û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê ye,her wiha dîroka Partiya Demokrat a Kurdistanê bi xiyanet û xizmetkirina neyarên kurdan tê naskirin.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû welatparêz, gelên azadîxwaz, gelê birûmet û kesên rewşenbîr hat kirin ku li dijî dagirkerî û xiyanetê li ber xwe bidin û planên êrîşkar ên faşîzma Tirk û sîxwirên wê pûç bikin.
Partiyên siyasî ev in:
Partiya Wefaq a demokrat Kurd Sûriya
PartiyaYekîtiya Demokrat
Tevgera Civaka Demokratîk
Partiya Teaxî ya Kurdistanê
Partiya Roj Demokrat Kurd li Sûriyê
Partiya Muhafizîn
Kongra Star
Partiya Nûjen û Demokrasiyê ya Sûriyê
Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê
Partiya Kesk a Demokratîk
Partiya Çep a Kurd li Sûriyê