Gotar

Serkeftina HSD serkeftina Rêveberiya Xweser e

Bradost Mîtanî

Ji ber ku serkeftinên HSD dibin Serkeftinên Rêvebiriya Xweser.

Ji ber ku gelê Kurd jî ,mîna gelên din ,di Rêvebiriya Xweser a Demuqratîk de azad e.

Dijminên hev îro li ser HSD û Rêvebiriya Xweser dibin yek.

Sedem ew e ku ew hemû li ser azadiya doza  Kurdî dibin yek.

Gereke gelê Kurd vê yekê zanibe ,lê mixabin nizane û nabe yek.

Ji Efrîn ,Girê spî û Serê kaniyê amoze negirtin.

Ew dijminên doza Kurdî îro Dêra Zorê  dikin hincet û şerê serkeftinên doza Kurdî û demuqrasiyê ,li Rojavayê Kurdistanê dikin û dixwazin gelê Kurd li stembariyê vegerînin.

Ji ber wilo rêjîmên Sûriyê, Îranê û Tirkiyê û bi wan re yên xwe dikine rikber hemû û wilo hevalbendên wan jî, piştgiriya gelaan di bûyerên li Dêra Zorê dikin û wê dikin şerê di navbera gelên Kurd û Ereb de.

Di rastiya xwe de ,bûyerên Dêra Zorê kesên , piştgirî girtine dijî HSD û ew pevçûn ne di navbera Kurd û Ereban de ye, ji ber ku ji birayên me yên Ereb, beriya me Kurdan di nav refên HSD de dijî wan galaciyan pakrewan dikevin.

Nîşana din jî ew ku beşê mezin ji miletên herêma Dêra zorê û eşîrên wê ,piştgiriya HSD dikin.

HSD bi hemû beş û pêkhatên xwe ve çepereke xakparêz mirovahîparêz û niştimanparêz e di riwê çepereke ji komînan piştgir ji ecindatên gelek rêjîm û hêzên derve û hindirû.

Ji ber wilo gerek em gelê Kurd û hemû pêkhatên xêrxwaz vê rastiyê zanibin û li pişta HSD bisekinin û piştgiriya wê bikin.

Back to top button