Gotar

Bîranîna Komkujiya Şewata Sînema Amûdê 13-11-1960z.

Biradostê Mîtanî

Îro bîranîna(63), ya komkujiya şewata sînema AMÛDÊ ye

Komkujiyek pir xemgînî ye. Bi koman ji zarokên xwendekar ên  bajarê Amûdê bûn qurbaniya nefreta rêjîm û rêvebiriya wî çaxî. Di sînemeyek bêguhdan de. Dîwar herî bûn. Ban pûş bû. Cawekî mazotkirî bi boyax bi dîwaran de bû. Filim û motor kevin bûn û gerim dikirin. Avahî weke xanekê bû. (18)m dirêj bû. (6) m fereh bû. Du derî li ber bûn. Yê serek hatibû girtin û yek nependî bû. Vekirî bû. Bîrek li derê wî. Zaroka ku direvî dikete wê bîrê de. Dema agir bi zarokan ket polîsan ji derve deriyêserek nedivekirin û nedihiştin xelk bi wan ve here. Pencerên wê bilind bûn.

Navê filim Cinawerê Nîvê Şevê bû. Ev nav ne li gor temenên wan zarokan bû.

Ji dibistanên: Elxezalî, Mûtenebî û Emarê kurê Yasir û ji derve zarok kom dikirin û hene tehf fudane hindirû de.

Perên ku ji zarokan standin ji şoreşa Cezayir re bûn.

Agir di kuleka cihê film re derket û bi banî û cawê boyaxkirî ket. Bihtir ji (500) zarokî di sînemê de kom kirin (284) zarok pakrewan ketin. Wê di paşerojê de bûbane nojdar, endizyar ,mamoste û zana.

Mêrxas Mihemedê Axê  yê ku li çayxanê bû, bi bez bi wan ve çû û yekî gotiyê kurê te ne di nav wan de ye û wî got: Zarokên tê de hemû kurên min in û çû polîs tehf dan û pencerek şikand û (6) caran xwe tavête nav êgir de û her car di bin çingê xwe de du zarok firyad fikiri. Wî (12) zarok firyad kirin. Cara heftê hasinekî ku di bin ban de bû, heliha û bi ser de hate xwar û ew jî pakrewan ket.

Yadê Ferîda jî, mirov pê pir şanaz e ku wê jî (7) zarok firyad kirin.

Heta agirkuj ji Qamişlo hat, êgir cendekên wan zarokên pakîz û bêgunih dabeland û xirabiya wê agirkujê ew bû ku dîwar kire herî û bi ser cendekan de anî xwarê.

Heyf û mixabin bihna goştê biraştî bi ser bajarê Amûdê ket . Lê goştê furiştan bû.

Bi koman girê Şermolayê û wan gundan hêviyên xwe yên paşerojê di bin axê de himbêz kirin.

Pîlan di sukra serokê hewalgirên (Mûxaberat)Sûriyê Evdilhemîd Serac, Rêvebirê Navçeyê Mistefa Şi’ban û yên weke wan de ye.

Ev pîlana qirêj hevalekî Hi-tlir ê navdar bi qirkirina Hol-okostê, danî. Wî ji Elmaniyayê bazda bû Cezayir û ji wir hate Şamê, di bin siha desthilatdariya Cemal Evdilnasir de. Ew ji bo pîlanê ji Şamê hate Cizîrê û bajarê Amûdê ji komkujiyê re bijart.

Henek li ser girekî bûn û digotin: Ka agir bi sînemê neket. Weke ku pê zanibin û li bendê bin

Ji bo rêjîm komkujiyê winda bike, sînema mihû kiriye û gulîstanek tê de, peykerî şoreşa Cezayir daniye.

Jêder:

-Kovara Elhîwar -Hijmarên 30-31-36

-Rojnana Elmenar a Misrî-Hijmara 2045

-Pirtûka Amûdê dişewite, ya bi Erebî. M. Hesen Dirêyî

Back to top button