Gotar

15’ê Tebaxê Roja Vejînê

Yûsif Kutê

bi sedê salan ji Medyayê heya salên heftêyî ji sed saliya bîstan bi dehan komkujiyên qîrkirinê li ser gelê Kurd pêk hatin ji aliyê rejîmên Şofînist û netew perestên ku ji sedê salan ve Kurdistan bin destê xwe kir ne û bi dehan şoreşên Kurd têk birine bi alîkariya hin aliyên Kurd yên Qebelî û paşverû her dem pêşiya gelê Kurd hatibo girtin û riya çareseriya pirsgirêka Kurd hatibû xetmandin ji luma gelê me ji dîrok û çanda xwe dûr ketibo û zimanê xwe winda kiribûn ji ber vê yekê pêdiviya gelê me bi şoreşekî netewî û exlaqî  hebû. Bi hatina şoreşa Tevgera Azadiyê careke din Kurd ji xewa mirinê şiyar bûn. Xebatên Tevgera Azadiyê bi damezrandina xwe bi rêbazên siyasî peyama çareseriya pirsgirêka Kurd diyar kirin ji cîhanê tevahî re û Turkiyayê re ji ber ku herî bêtir Turkya qîrkirin li hemberî Kurda pêk anî û Kurd ji hemî mafên wan durxistibûn bi teybet piştî derbeya 12ê Eylunê 1980 yî de bi serkêşiya Kenhan ivren pir endamên PKK  hatin girtin û riya çareseriya siyasî hat xetman din. Ji luma çareseriya şerê çekdarî di 15 yê Tebaxê de xwe da pêş mîna bersivekê ji bo hemî tundiyên li ser Kurdan pêk hatine di nava dîrokê de û ji bo civaka Kurd û hemî gelên bindest mîna roja vejînê hat naskirin ji ber 15 yê tebaxê bi Rêveberiya Fermandar Mehsom Qurqumaz bi nas nav EGÎD karîbû hişmendiya qîrkirina siyasî û çandî û Qetil Aman vala derxe. 15 yê Tebaxê peyama hebûna kurd û hemî gelên bin dest û nemana zordarî û qîrkirinê da diyarkirin û bengeha ava kirina Netewa dîmoqratîk ji bo hemî pêkhatiyên herêmê danî ku îro bi melyonan kes li ser vî esasî xwedî li deskeftin şoreşa Azadiyê derdikevin.

Back to top button