ManşêtNûçe

Kongra Star bi boneya 15’ê Tebaxê daxuyaniyek weşand  

Meclisa Kongra Star bi boneya salvegera 39’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyek weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de 39’emîn salvegera 15’ê Tebaxê li gelê Kurd hat pîrozkirin û hate gotin, ”Pêngava 15’ê Tebaxê gelê Kurd ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve bir û ji koletiyê ber bi berxwedan û rihê têkoşînê ve bir. 15’ê Tebaxê ji tevahî cîhanê re îsbat kir ku gelê Kurd heye û dê li ser xaka xwe ya dîrokî bimîne.”

Kongra Star bi wesîleya salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê  şehîd Egîd (Mahsûm Korkmaz) bi bîr anî û wiha domand ” Fermandar Egîd li Dihê- Şemzînanê çirûska yekemîn pêxist û lehengiya gelê Kurd ji dijmin ê Tirk re îsbat kir. Fermandar Egîd got, dema rizgarkirina Kurdistanê ji zulm û çewisandinê ye.”

Di daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê hate kirin ku di dîroka Kurdistanê de gelek ji bo parastina hebûna gelê Kurd derketin û hate gotin: “Ji ber rêbazên kevin ên van raperînan, Kurdan berdêlên giran dan û fedakariyên mezin dan. Lê belê gelê Kurd di encama binkeftina wan serhildanan de zulm û çewistandin dîtin. Lê bi avabûna Partiya Karkerên Kurdistanê rewşeke nû  hat afirandin. Bi avabûna Partiya Karkerên Kurdistanê re cara yekemîn Kurd derbasî merheleya xwe avakirin û xwe rêxistinkirinê bûn. Kurdan hemû rêbazên kevin derbas kirin û bi fikr û felsefeya rêberê mezin Abdullah Ocalan  rêbaz û taktîkên xwe pêş xistin. Ev têkoşîn bi pêşengiya Rêber Abdulllah Ocalan ji zêdetirî 45 salan dewam dike.  Ruxmî tevahî cûreyên êrişan ên ji aliyê hêzên hegemonîk û modernîteya kapîtalîst ve, lê doza kurdî bi raya giştî re hat naskirin û bûye xaleke veguherînê li cîhanê û Rojhilata Navîn. Li ser vî bingehî Pêngava 15’ê Tebaxê şoreşê vejînê afirand.”

Di dewma daxuyaniyê de îşaret bi şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate kirin û hate diyarkirin “Têkoşîna me ya di hemû qadan de girîng e û ji jin û gelan re bûye hêvî û çavkaniya îlhamê.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: “Em di qonaxa dîrokî re derbas dibin, ku çarenûsa jin, ciwan û tevahî hêzên dijfaşîzmê diyar dike. Ji ber vê yekê em banga xurtkirina têkoşînê dikin. Dem dema xurtkirina têkoşîna hevpar û yekitiya gelê Kurd e.

Di serî de jin û ciwan, em bang li tevahî gelan dikin ku berpirsyariyên dîrokî li pêşiya me hene. Çawa me xwe di Pêngava 15’ê Tebaxê afirand, dema dema afirandia azadî, serketin û avakirina civakeke exlaq û polîtîk e. Rihê serketinê ya Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo me wekî mîladekî ye. Em di wê baweriyê de ne ku dê serketin para me be û wê binkeftin, wêrankirin û têkçûyîn para faşîzma Tirk û tevahî hêzên paşverû û yên nîjadperast be. Bi rihê berxwedana 15’ê Tebaxê dê gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn bi pêşengiya jinan jiyanake adilane, wekhev û azad ava bikin. Her wiha dê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî bidomînin.”

Back to top button