DaxuyanîManşêt

Pêngava 15’ê Tebaxê

Di salvegera 39’an a pêngava 15’ê Tebaxê em bi rêzdrarî li ber şehîdên vê riyê disekinin ya ku bi pêşengiya heval Egîd destpê kir û heta roja meyî îro xebatên wê berdewam e, bêyî guleya yekemîn wê pêk nehatiba ku dîwarê tirsandin, nezanî û bêbiryarî şikand ji bo bidestxistina destkeftiyên dîrokî.

Guleya Yekemîn ku ji çeka heval Egîd destpê kir, encama xebateke dijwar bû ji dema Newroza 1973 û berxwedana zindana Amedê ya afsanewî ku di dîrokê mîna wê çênebûye, fedekariyên mezin ku xwediyên wê du dilî nebûn di pêşkêşkirina canê xwe ji bo nirx û mafên mirovahî yên pê bawerin ji aliyê dijminên gelan li ser gelê kurd û gelê Mezopotamiyayê qedexe kirin, lê zêdetir qirkirinên entîkî li dijî wan pêk anî.

Guleya Yekemîn giringe weke fikir, felsefe û motîvasyon ku destpêka riyeke nû û jiyaneke nû raghand drûşmeya wê (berxwedan jiyan e), tê wateya pêngava Tebaxê ne tenê raghandina destpêka şerê çekdarî bû, lê bû riyeke dîrokî di aliyê jiyana gelê kurd û gelê Mezopotamiyayê ji hêla fikir, rê, û pêkanîna di cihên têkoşîn, çand û xwedîderketina nirxên mirovahî û demokrasiyê li her çar parçeyên kurdistanê.

Rê, fikir û çawaniya jiyankirinê ya ku bi pêngava Tebaxê destpê kir hovît û kiryarên dijminên gelan di dîroka wê ya tarî de aşkere kir, weke ku bi xwe baweriyê çand di riya rêxistinkirina refan û amadekirina fedekariya ji bo parastina rûmet, azadî û nirxên mirovahiyê, tiştên ku îro em dibînin ji zanîn, rêxistinkirin, destkeftiyên siyasî, dîblomasî û çandî li her çar parçeyên kurdistanê û li derve ew berhema vê riyê ye ya ku di pêngava 15’ê tebaxê destpê kir.

Em di meclisa giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD gelê kurd û gelê Mezopotamiyayê di salvegera 39’an a pêngava 15’ê tebaxê pîroz dikin, em bejna xwe li ber şehîdan ditewînin yên ku rê vekirin li ber vê pêngavê û domandina wê pêkanîn, em soz didin şehîdên xwe û berdevkê van şehîdan rêber APO ku em ê xwedîderkevin di riya wan de û emê di têkoşîna wan de xwe birêve bibin heta bidestxistina azadiya gelan û jiyana hevpar a di çarçoveya paradîgmaya netewa demokratîk de têdikoşin.

Bijî pêngava 15’ê Tebaxê sembola berxwedan û azadiya gelan

Şehîd Egîd û hevalên wî mûmên ne mirin riya azadiyê ronî dikin.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD

 

Back to top button