Daxuyanî

Efrîn a şêniyên wê ye,dê bibe warekî aştî mîna beriya dagirkirinê

Ji destpêka êrişa dewleta Tirk li dijî Efrînê ve, çete di êrişên xwe de bi kar anîn û tevahî qanûnên exlaqî û rêgezên mirovahiyê binpê kirin, her wiha binesazî, navendên xizmetguzariyê, nexweşxane, cihên pîroz û dîrokî hedef girtin û rûxandin û heta roja îro bêyî tu hesaban hovîtiyê bi kar tînin. Qanûnên şer hene, lê tu rêzdarî li hember van qanûnan nehatin girtin. Saziyên navneteweyî û herêmî gelek sûc belge kirin.

Kiryarên dizîn û revandina zarokan bi hedefa çetekirinê di êrişa dewleta Tirk a li dijî Lîbyayê de hê jî li pêş çavên tevahî cîhanê berdewam in. Her wiha di şerê dawîn de cihên ku çeteyên bi navê Hemzat 8 jin li hember dayîna fîdyeyan veşartine, aşkera kirin, bi wê re jî kiryarên van ji yên DAIŞ’ê ne cudatir in. Ji bilî wê jî rojane kuştina jin, kalepîr, guhartina demografiyê û tirkkirina herêmê heye.

Em Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê bang li aliyên navneteweyî û herêmî yên têkildarî rewşa Sûriyê, mafên mirovan û edaletê dikin ku bi erkên xwe rabin û dewleta Tirk a dagirker têkildarî sûcên yekser an bi rêya çeteyan dikin, lêpirsîn bikin. Her wiha bang li vekirina lêpirsîneke navneteweyî ji bo belgekirina kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û tevahî herêmên ku li Sûriyê dagir kirine, dikin. Her wiha bang li cîhanê dikin ku ji bo vegera Efrîn û tevahî herêmên ku dewleta Tirk a dagirker dagir kirine, ji şêniyên wê re bibin piştevan, bi sedan koçberên Efrînê û ji bilî wê bi hêviya vegereke birûmet û ewle ya warên xwe ne, piştî derketina dagirkeriyê.

Efrîn a şêniyên wê ye, dê bibe warekî aştî û biratiya gelan mîna beriya dagirkirinê.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD

2020-5-31

Back to top button