ManşêtNûçe

Rêxistinên jin banga alîkariya pêwîst ji bo parestina jinê kir

Ji bo bûyerên ku li Efrîn qewimîn Rêxistinên  jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek hevbeş dan û bang li civaka navneteweyî û hemû rêxistinên mafên mirovan û tevgerên jin kirin ku ji bêdengiyê derkevin û dawî li dagirkirina dewleta Tirk bînin , her wiha daxuyanî bi sê zimanan hat dayîn, bi Kurdî, Erebî û Suryanî, bi zimanê Sûryanî Horo Sabaho hat xwendin,  bi zimanê erebî Xensa El Hemûd xwend û bi kurdî jî li ser navê Kongreya Star Evîn Sûeyîd xwend, her wiha daxuyanî li Parka Xwendinê li Qamişlo hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

Ji destpêka dagirkirina dewleta Tirk û çeteyên wê ji herêma Efrînê û heta niha bi binpêkirinên ku di bin banên sûcên şer de di bin sîwana bêdengiya navneteweyî de berdewam dike ji bilî berxwedaniya ku miletê Efrînê li hember koçberiyê û guhertina demografî nîşan dide rojane rastî tundî û binpêkirinên ne mirovahî tên ev jî dihêle ku jin berdêlê giran bide di encama êrîşên hovane yên ku li ser herêma Şehbayê û bi daxwaza ku gund ji gelên herêmê vala bikin, jinan direvînin, tecawiz dikin,  keçan bi dare zorê dizewicînin û ji bilî kuştin îşkenceya jinan di girtîgehên ku di hundirê Efrînê de têne kirin, buyerên ku di dema dawî de piştî pevçûnên di navbera komên çete de ku li herêmên derketin sûc û binpêkirinên ku di zindanan de hatine kirin derketin hole têde hate diyar kirin ku bi dehan jinên ku hatine revandin  ji kurdên resen yên herêmê ne bi tazî hatine îşkence kirin û cinsî hatine bi karanîn bi rengekî dûrî pîvanên mirovahiyê lê li hember hemû kiryarên ku li ser jinê têne meşandin û şikandina îradeya wê îsrara jin ya tekûşîn û berxwedaniyê ji bo avakirina civakek azad û demokrat hişt ku bibe mînak ji tevahiya cîhanê re.

Em weke jinên Sûrî banga me li civaka navneteweyî û hemû rêxistinên mafên mirovan û tevgerên jin ku ji bêdengiyê derkevin û rola xwe di dawîkirina dagirkirina dewleta Tirk bilîzin û komîteya berhevkirina rastiyan ya girêdayê Netewên Yekbûyî û rêxistinên hiqûqî ava bikin ji bo hesab ji sûcdaran were kirin  ji ber van sûcên şer û alîkariya pêwîst ji bo parastina jinê bidin û piştgiriya berxwedana wê bikin.

Rêxistinên tevlî daxuyaniyê bûn: Kongreya Star, Meclisa Jinên Sûrî, Meclisa Jin ya Bakur û Rojhilatê Sûrî, Meclisa jin a Partiya Yekîtiya Demokrat, Kordînasyona  jin a Rêveberiya Xweser a herêma Cezîrê, Yekîtiya Jinên Suriyan, Boroya Jin ya MSD, Boroya Jin ya desteya ya Netewî ya Ereb, Boroya Jin di Partiya Sûriya Pêşerojê, Rêxistina Sara, Desteya Jin ya Bakr û Rojhilatê Sûriyê.

Back to top button