Di çarçoveya bicihkirina penaberên Sûriyeyî li herêmên ji hêla dewlet Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin dagirkirin, dewleta Tirk 30 penaberên Sûriyeyî di rêya Bab El Selame re şandin Ezazê. Bajarê Ezazê di 2017ˊan de ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin.
Ew panber ji xelkê Rîf Şam, Idlib û Tedmurê ne. Lê ruxmî nasnameya tirkî bi wan re ye, dîsa jî ew bi darê zorê ji Tirkiyeyê hatin derxistin.
Dewleta Tirk a dagirker bi navê “vegera dilxwazî” demografiya herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê diguherîne.
ANHA