DaxuyanîManşêt

Daxuyanî ji bo raya giştî

6 sal li ser dagirkirina bajarê aştiyê Efrînê re ji aliyê faşîzma Tirk û çeteyên wê ve derbas bû ku bi riya pêkhateyên wê li gorî Rêveberiya Xweser a Demokratîk dihate birêvebirin û ev yek jî kir sîwana bi sed hezaran welatiyên Sûriyeyê yên ji herêmên cuda yên Sûriyeyê. Faşîzma Tirk kuştin û revandin der heqê gelê Efrînê de pêk anî ku tê de jin û zarokan û her wiha mezintirîn pêvajoya guhertina demografîk û derxistina siyaseta Tirkirinê da meşandin çolkirin û qewitandina her tiştê girêdayî nasnameya resen a Efrînê ku di dirêjahiya serdema dagirkeriya xwe de di bin nîrê faşîzm û terorê de dikişîne û kesên ku di nav de mane ji niştecihên wê yên resen rastî hemû cureyên zulm û neheqiyê tên û koçberên wê hemû êşa koçberbûnê û dijwariya jiyanê dikişînin û çav li benda vegerê ne.

Tirkiye û komên wê yên çete rêbazên hovane yên herî qirêj û terorê li dijî gelê Kurd ê herêmê bi riya kuştin, revandin, tecawizkirin, windakirina bi darê zorê, talankirina mal û milkan, şewitandin û qutkirina erd û darên çandiniyê û rûxandina şûnwar pêk anîn wek kevneşopîya û çete yên Tirkiyê bi rêberatîya rejîma Ankarayê li dijî gelê me yê Êzîdî yê ku bi darê zorê dagirkirin û dijminatî û bi heman zihniyeta ku ji aliyê DAÎŞ’a terorîst ve li hember Êzidiyan bi taybetî hat pejirandin.

Li hemberî vê tabloya qirêj û piştrastkirina aliyên navdewletî û destwerdanê di kar û barên Sûriyeyê de ku çareseriya siyasî li ber çavan tune ye ji bo aloziya Sûriyê Çarenûsa Efrînê girêdayî berxwedana şênî û kurên wê di kampên bi sebir û rûmetê de dimîne, ku li hember  dagirkeriya Tirk û fraksiyonên wê 58 rojan di berxwedana serdemê de dane meşandin berxwedan û heta roja îro jî di wê rihê şoreşgerî de bi biryardariyeke zêdetir berxwedana xwe didomînin. Tenê ev berxwedan dikare dawî li dagirkeriyê bîne, saziyên navdewletî neçar bike ku bêdengiya xwe bişkînin û vegera bi ewle ya niştecihên xwe yên resen li mal û xaka xwe mîsoger bikin.

Em di Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) dagirkeriya Tirk û pêkanînên kiryarê wê li herêma Efrînê û herêmên mayî yên Bakurê Sûriyeyê şermezar dikin, bang li hemû aliyên Sûriyê yên ku bi doza azadî û edaletê li Sûriyê bawer in dikin ku helwesta xwe li hemberî Tirkiya Erdogan bikin yek û dawî li planên wê ê dagirkeriyê bînin.

Her wiha em bang li civaka navdewletî dikin ku bi berpirsyariyên xwe rabin û tev bigerin da ku Tirkiye neçar bike ku ji Efrînê û herêmên mayî yên Sûriyeyê vekişe û vegera bi rûmet a şêniyên Efrînê yên resen li cih û warên xwe misoger bikin û di heman demê de em bang li rêxistinên mafên mirovan û saziyên mirovî dikin ku serdanên lêpirsînê pêk bînin da ku rastiyên teror, neheqî, binpêkirin û hemû sûcên li dijî Efrînê û gelê wê di dirêjahiya serdema dagirkeriya Tirkiyê de lêkolîn bikin.

Em pê bawerin ku rizgarkirina Efrînê karê yekemîn ê  welatparêziyê ye û destpêka çareseriyeke mayînde ji çareseriya Sûriyeyê re û bi dawîkirina aloziyê li gorî biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2254.

17-3-2024

Partiya Yekîtiya Demokrat PYD

Back to top button