ManşêtNûçe

Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiyê didome

Girtiyên azadiyê yên li girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya” de, di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribû.

Girtiyan destnîşan kiribûn ku heke heta 15’ê Sibatê salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan daxwazên wan neyên qebûlkirin, dê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin.

Girtiyên azadiyê  piştre di 12’ê Sibatê de bi daxuyaniyekê ragihan dibû ku ji bo çalakiya wan bandorê li xebatên hilbijartinê neke, biryar daye ku dê piştî hilbijartinê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin. Girtiyan di 3’yê Nîsanê de li ser navê Denîz Kaya daxuyaniyek weşand û ragihand ku ew bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî dikin û çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû dikin.

Çalakiya girtiyên azadiyê di roja 159’an de bi qonaxeke nû, bi çalakiya boykotkirina hevdîtinên bi telefonê, bi malbatan re û derketina dadgehan, didome.

Back to top button