DaxuyanîManşêt

Daxuyanî ji bo raya giştî

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi berdewamî rastî destdirêjiyeke tirkiyê ya hovane tên bi armanca lêdana projeya Rêveberiya Xweser ku tê de hemû pêkhateyên li herêmê bûne yek û ev êrîş bi taybet jina têkoşer ku bi berxwedana xwe ya li hemberî zîhniyeta mêr û desthildariyê xwedî roleke çalak bû di avakirina xwe û civaka xwe de hedef digire, ji ber vê yekê şoreşa jinan bû şoreşeke rasteqîn ku civak tê de tev digere û dikaribû bigihîje azadiyê

Dewleta dagirker a Tirk heta niha êrîşa xwe ya li dijî sivîlan bi binpêkirina hemû mafên mirovan û zagonên navdewletî ranewestiyaye û sûcên li dijî mirovahiyê didomîne û bi taybet çalakvanên ku bi bilindkirina şoreşa Rojava ta vê astê ku her du şehîd (Azadî Dêrik, Surxîn Roj Halat) hedef hatine girtin, dike hedef û em hemû dizanin ku armancên bi vî rengî tenê ji bo têkbirina biryardariya jinan û temamkirina nêzîkatiya dagirkeriyê ya dewleta Tirk û tasfiyekirina tevgera azadiya jinê ye. Weke Şoreşa Rojava tê naskirin

Em di Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de hedefgirtina dubare ya dewleta dagirker a Tirk ji destkeftî û pêşengên şoreşa Rojava re şermezar dikin û her wiha em bang li hemû welatan dikin ku erka xwe pêk bînin û destdirêjiya Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin û em soz didin şehîdên hêvî û azadiyê  emê li ser şopa wan bin û riya rizgariya jinan bişopînin heta bighêjin civakeke demokratîk ku ewlehî û aştî tê de pêk were

Meclisa jin ya partiya yekîtiya Demokrat PYD

2024-2-13

Back to top button