îro Platforma Rêxistin û Tevgerên Jinan yên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê bernameyê çalekiyên 8ê adarê li parka 4ê Nîsanê ragihand.
daxuyanî bi sê ziman hat xwendin bi zimanê erebî Xod ElElî, kurdî Rîhan Loqo û bi Suryanî Sofya Yûsif.
Bi wesîleya salvegera roja jinên kedkar ên cîhanê ya sala 2024 an em tevahî jinên kedkar, jinên berxwedêr ên di girtîgehan de û jinên tekoşer ku bê navber di tevahî qadên jiyanê de tekoşîn dikin û xebatên zanistî û xweparastinê didin meşandin silav dikin.
Tekoşîna me ya jina azad ji dîroka kevnar ve heya roja îro bê navber didome. Ji ROSA LUXSEMBURG, heya SAKÎNA CANSIZ, ji ARÎN MÎRKAN heya RÎHAN ŞÊWÊŞ, ji YUSERA DERWÎŞ heya ZELAL ZAGROS Û SORXWÎN DÊRSIM tekoşin berdewam dike, di şexsê rêhevalên me yen dozê em hemû şehîdan bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê hesret û armanca wan a azadiye bi cîh bînin.
Ev meşa dirêj ya tekoşînê îro şax berdaya her aliye cihanê. Weki Emerîkaya Latîn, Başûrê Efrîqa û Rojhilata Navîn, wekî Evgansitan , Ukraniya, Xeza, Sudan, Yemen, Enqara, Tehran, Baxdad, Lubnan û Sûriye taybet li Kurdistanê, li dijî rêjîmên faşîst û dewletên dagirker û hêzên kapîtalîst ên navnetewî li berxedidin. Ji bo parastina nasname û destkeftiyên şoreşa jinê, û ji bo vala derxistina pirojeyên dijmin li ser jinan, li her derê cîhanê îro ji her demê zêdetir jinan xwe bi rêxistin kirine .
Tesbîta herî li ber çav ew e ku li dijî tekoşîna jinan ya xwebûnê ,siyaset û planên tunekirin, îmhakirin û qirkirinê tê meşandin. Bi taybetî Dewleta Turk ya faşîst u dagirker ku di sedsala 21 an de bi fermamên ku Dictator Erdoxan dide jinên pêşeng hedef digre û şehîd dixe. Ji aliyê din sûcên giran weke girtin lêdan kuştin tecawiz li ser jinan û malbaten di heremên di bin dagirkeriya Dewleta Turk de ye mîna Serê Kaniyê, Efrîn û Girê Sipî Bab Cereblûs pêk tînin, her wiha di hemû herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriye yê bi balefiran topbaran kir û cihên binesaziyên gel ji xizmetê derxist, di encamê de hejmarek jin û zarok birîndar bûn û gihîtşin asta şehadetê.
Li Bakûr û Rojhilatê Sûrî, şoreşa jin hebûna xwe misoger kir. Jinan di Bakûr û Rojhilatê Sûriyê de bi hêza xwe a rêxistinkirî li hember hemû cûreyên êriş û qirkirinên siyasî aborî, çandî û civakî di tekoşina xwe de bi israr in. Dîsa li hember êrîşên dewleta Turk ya dagirker xwedî sekin in û li hember êrîşên cînsîyetparêzîya civakî xwedî xwedi tekoşin , misyon û perspektîfên alternatîf yê xwe rêxistnkirinê û xwerêveberinê ne.
Ji 129 jinên ku di oxira tekoşîna wekhevî û edaletê de şehîd bûn heya ŞERVÎN ZOZAN Û BÊRÎVANA wê felsefeya JİN JİYAN AZADÎ şoreşa civakî misoger bike .
Em jî weke platforma rêxistin û tevgerên jinan ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê , îro kampaniya 8ê Adara 2024an di bin dirûşmeya…
Bİ VÎN JİNA AZAD EMÊ SİYASETÊN QİRKİRİN ,DAGİRKERÎ Û TECRÎDÊ TÊK BİBİN radighînin.
Wê kampanya me rêzeçalakî ji 24ê Sibatê heya 8ê Adarê dewam bike.
Bername jî ev e :
Tavahî bajar bi rengên jin bêne xemlandin û silogana kampaniya li pêşiya her bajarekaî bê bilindikirn.
Civînênê girseyê ji gel re li ser mijarê tekoşîan jin bên lidarxistin.
Semîner li tevahî gund û taxan û saziyan bê dayin.
Wê di 1 û 2 adarê de festîvala jin bi pêşengtiya hîlala zêrîn û desteya çandê were destpêkirin.
Pêşengeha wêneya wê li kobanê bê vekirin.
Serdana şehîdlikan di 4 ê adarê de li her bajarî bê kirin mûm werin vêxistin.
Panêlek online bi rêxistinê jin wê bê çêkirin.
Serdana gundê jinwar bê kirin.
Gul an jî dar li ser hacizê asayîşê li hevalên jin bê diyarkirin.
Pêşengha wêneyên hevalên şehîd û danîsînê kurt li ser jiyana wan were orgenîzekirin.
Ji aliyê meclisa jin PYD ê semînerek diyalogê di asta sûrî de bê li darxistin di 5 adarê de .
Kom xebat di 3 adarê de li kobanê eyn îsa kantona hesekê qamişlo û reqayê wê bêne li darxistin.
Perwedekirina mêran di her bajarekî de li ser 3 rojan.
Birûşûr bê belavkirin li ser danasîna vê rojê.
Di 3 adr, de w, me;ek mezin li Reqa bê li darxistin.
Di roja 8 adarê de wê li kantona / Qamişlo Hesekê Kobanê Şehba Heleb Şam Başûr Libnan û Ewropa/ bi meşên mezin berê xwe bidin qadên mitîngê.
Kampaniya ekolojî tê berdewamkirin.
Kampaniya haştagê wê bê destpêkirin.
Platforma Rêxistin û Tevgerên Jinan yên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê.
Hesekê : 24ê Sibata 2024.