ManşêtNûçe

Xwepêşandanek li Qamişlo ji bo şermezar kirina tecrîda li ser rêber Ocelan

Îro b sedan ji şêniyên bajarê Qamişlo derketin xwepêşandanekê bi armanca şermezarkirina komploya navnetewî ya li ser rêber Ocelan.

Xwepêşandan ji kolana Munîr Hebîb destpêkir û meşya heta navenda Yûnîsef, dema gihaştina wan deqeyek rêzgirtin sekinî, piştre hinek axaftina hatin kirin, bi navê Kongreya Star “Menîce Heyder” û bi navê Pariya Yekîtiya Demokrat “Telet Yûnis” axivîn

Di axaftinan de wiha hat gotin: Em berxwedaniya rêber Apo silav dikin û hemî hêzên ku li pêşiya vîna gelên azad li pêşiya pşketina felsefeya jiyana azad derdikevin wan şermezar dikin, her wiha şehîdên ku xwe kirin çepel ji agir ji bo parastina rêbertî ku vê komployê vala derxînin wan bibîr anîn, îro hemû gel li ser lingan e ji bo azadiya rêbertî dengê xwe ji hemû hêzên navnetewî re ji faşîzma Tirk re dengê xwe bilind dikin û bi yek dengî em dibêjin azadiya rêber Apo azadiya gelan ne, tecrîdê li ser rêbertî em qet qebûl nakin, îro her kes dengê xwe bilind dike ji bo hêzên navnetewî, saziyên mirovahiyê ên ku heta niha bêdengin li hemberî kiryarên dewleta Tirk yê ku siyaseta qirkirinê li ser gelê me dide meşandin bi dagirkirina herêmên me projeya netewa demokratî hedef digre ya ku hemû pêkhate bûn yek û yekîtiya xwe nîşan dan, dixwaze sîstema Osmanî vegerîne bi dagirkirina xaka Sûrî li pêşiya tevahî cîhanê, em li ser navê gelên xwe dengê xwe dighînin Netewên Yekbûyî, hemû hêzên navnetewî û rêxistinên mafê mirovan êdî li hemberî vê siyaseta qirkirinê û dagirkirina xaka me helwestên xwe ji dewleta Tirk bighurînin ji dewleta Tirk re bêjin bes e, destekdayînê bidin projeya demokratîk dagirkeriyê li ser xaka me bi bikin.

Di dawiya xwepêşandanê de drûşmeyên rêber Ocelan silav dikin hat berzkirin.

    

Back to top button