ManşêtNûçe

Bi şermezarkirina tecrîda li ser rêber Ocelan û salvegera dagirkirina Serêkaniyê

Buroya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD li Beyrûtê baytexta Lubnanê, duh 9’ê Cotmeh civaka Kurd li Lubnanê çalakiya rûniştinê ya protestoyê ji bo şermezarkirina tecrîda ya ku faşîzma Tirk li ser rêberê gelê Kurd Ebdulah Ocelan ferz kir, her wiha şermezarkirina dagirkirkirina Tirkiyayê Serêkaniyê di sala derbasbûna artîşa dagirkeriyê û çeteyên wê de li herêmên Kurdan li Rojava(Bakur û rojhilta Sûriyayê) û daxuyaniya hate xwendin

Nivîsa daxuyaniyê

Binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên wê ên di bin emrê wê de li dijî sivîlan berdewam e piştî dagirkirina bi salan li hin gund û bajarên Sûrî, û binpêkirinan roj bi roj bi awayekî mezin zêde dibe, ku cûrbecûr binpêkirinan ji kuştin û revandin li ser nasnameyê li dijî sivîlên kurd têne kirin di binpêkirinên eşkere de ya hemû peyman, rêzikname û biryarên navneteweyî û hem jî hemû zagonên mirovahiyê.

Dewleta Tirk di heman demê de li dijî gelê Kurd û rêberê wan, xwediyê projeya biratiya gelan, Abdullah Ocalan rêbazên şer ên taybet pêk tîne,  û tecrîdê li ser ferz dike û nahêle parêzerê wî bi wî re hevdîdinê bike, bi armanca tevgera azadiyê felç bike û berxwedana gelê me bişkîne û gelê kurd ji ramana azadiyê û jiyanek guncaw dûr bixe.

Û em nêzî salvegera yekem a êş a dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî dibin, em îro li vê meydanê û ji vê platformê disekinin û em banga civaka navneteweyî û saziyên wê dikin ku di serî de neteweyên yekbûyî ye, ku bi lezgînî tevbigere da ku dawiya êrîşkirina hovane bîne û dagirkeriya dewleta Tirk li axa sûriyayê bidawî bike, û gelê me yên ku di her aliyê jiyanê de di rewşên zehmet de dijîn rehet bikin, bi taybet koçberên ji herêmên xwe koçber bûn.

Em bang dikin ku kiryar û binpêkirinên li dijî Kurd bi dawî bibe, û rejîma Tirk dev ji destdirêjiya çarenûsa mirovan berde, û rê nede ku ew mirin û çekan bişîne derve.

Her wiha em bang li civaka navneteweyî dikin ku destwerdanê bike da ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocelan bişkînin, û em tekez dikin ku pêkanîna tecrîdê li ser rêber Apo tecrîdkirina li ser azadî, aştî û demokrasiyê ye, û tecrîdkirina ji azadîxweaz re ye.

Neteweyên Yekbûyî di xaleke veguherîneke rastiyê de ye ku pêbaweriya xwe li ber gefên ku pêkanîn û bipêkirinên Tirk li ser gelê me, û ji hemû cîhanê, aştî û awlehiya navneteweyî re çêdike îsbat dike, û riya wê ew e ku helwesteke eşkere û biratîkî bistîne ku pratîkên Tirkiyayê rawestîne û binpêkirin û mafdariyên xwe rakin, û ji ber ku xebata mirovahî perçeyek ji erk û armancên Neteweyên Yekbûyî ye divê ew rola xwe ya mirovahiyê pêk bîne û pêş li van binpêkirinên Tirkan bigire, ku di dîroka Neteweyên Yekbûyî de xaleke reş nîşan dike.

Back to top button