ManşêtNûçe

Mezlûm Ebdî: Em ji diyalogê re amade ne

Gef û êrişên dagirkirinê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin. Mezlûm Ebdî diyar kir ku divê Rêveberiya Xweser û QSD bi hikumeta Şamê re diyalogê berdewam bikin û bang li hikumeta Şamê kir ku bi berpirsyarî tev bigere û pêşî li çareseriyê negire.

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî destnîşan kir ku tu carî nebûne parçeyekî krîza li Sûriyê, li dijî êrişan xaka xwe parastine û çeteyên DAIŞ’ê ji herêmên xwe derxistine û got: “Heke dê çareseriyek pê were, divê ev çareseriyeke siyasî be. Bêyî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne mimkun e ku li Sûriyê çareserî pêk bê.”

YÊN PÊŞEROJA SÛRIYÊ JI XWE RE DIKIN DERD, ASTENGIYÊ JI ÇARESERIYÊ RE DERNAXIN’

Nûnerên Rêveberiya Xweser gelek caran xuya kiribû ku hikumeta Şamê xwe nêzî diyalogê nake. Di vê pêvajoyê de bi garantoriya Rûsyayê di navbera QSD û hikumeta Şamê de bi tenê peymanên leşkerî hatin çêkirin. Fermadarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî pêvajoya derbasbûyî û bê ka çima hikumeta Şamê li pêşiya çareseriyê dibe asteng, ji ANHA’yê re nirxandin û wiha axivî: “Heke li pêşeroja Sûriyê bifikirin, ne daxuyaniyên wiha didin ne jî li ber çareseriyê dibin asteng. Dewleta Sûriyê û dewletên din jî dizanin ka em ji sala 2011’an ve çawa li krîza Sûriyê dinihêrin.”

 ‘GUHERÎNA FERASETÊ ŞERT E’

Ebdî diyar kir ku daxuyaniyên ku li pêş çareseriyê dibin asteng, ji hêla hin aliyan ve bi hikumeta Şamê didin dayîn û got: “Hikumeta Sûriyê feraseta xwe ya şovenîst didomîne, vê ferasetê naguherîne. Heta naxwaze vê yekê bike jî. Ji ber vê yekê jî, daxuyanên ku didin, bi xwe jî pê bawer nakin.”

Mezlûm Ebdî wiha pê de çû: “Ji ber ku hin alî dixwazin, van daxuyaniyan didin. Bi rastî jî heke li pêşeroja Sûriyê bifikirin, ne daxuyaniyên wiha didin ne jî li ber çareseriyê dibin asteng. Dewleta Sûriyê û dewletên din jî dizanin ka em ji sala 2011’an ve çawa li krîza Sûriyê dinihêrin. Ji bo tevahiya Sûriyê armanca me ew bû ku pêşî li parçebûna Sûriyê û şerên mezin bigirin.”

 ‘ME DEV JI RÊYA SÊYEMÎN BERNEDA’

Ebdî destnîşan kir ku sînorê Sûriye-Iraq û Tirkiyê ji sala 2012’an ve ew diparêzin, di vê çarçoveyê de di esasê xwe de yekitiya Sûriyê jî diparêzin û têkildarî helwesta xwe jî wiha axivî:

“Dema ku li tevahiya Sûriyê saziyên dewletê ji holê radikirin û hildiweşandin, li herêmên me gelên me ji bo ku jiyana xwe hêsantir bikin, dest bi bisazîbûnê kir. Hê ji roja destpêkê ve wek rêya sêyemîn di meseleya Sûriyê de em ketin dewreyê û me ev helwesta xwe domand. Em tu carî nebûn alîyekî şerê hikumeta Şamê û hêzên ku ji derve hatine. Me nirxên nîştimanî yên Sûriyê ji xwe re kirin esas. Me parastina herêmên xwe ji xwe re kir esas. Me xwe nexist nav şerê wan berjewendiyan. Em niha jî heman pozîsyona xwe diparêzin û li gorî wê jî tev digerin.”

 ‘HELWESTA HIKUMETA ŞAMÊ NAHÊLE ÇARESERÎ PÊK WERE’

Mezlûm Ebdî destnîşan kir ku tu carî nebûne parçeyekî krîza li Sûriyê, li dijî êrişan xaka xwe parastine û çeteyên DAIŞ’ê ji herêmên xwe derxistine û got: “Da ku ewlehiya herêmê xirab nebe, me her tim bi hikumeta Şamê re hevdîtinên xwe domandin. Niha jî ji bo hevdîtina li gel hikumeta Şamê kanalên me hene. Ji bo çarserkrinia pirsgirêkên ewlehiyê yên heyî em van hevdîtinan didomînin. Lê em nikarin ji aliyê siyasî ve jî vê yekê bibêjim. Helwesta hikumeta Şamê, destekê nade çareseriyê. Di hevdîtinên ji bo çareserkirina krîzê de jî hikumeta Sûriyê bi domdarî diyalogê asteng dike.”

‘DIVÊ ÇARESERIYA SIYASÎ ÇÊBE’

Ebdî îşaret pê kir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne wekî Dera, Siweyda, Humis, Gûta û Şamê ne ku bi desteka Rûsyayê hatibin azadkirin û diyar kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hêza wê ya leşkerî xaka xwe diparêzin û wiha lê zêde kir: “Heke dê li van deran çareseriyek çêbe, divê ev çareseriyeke siyasî be. Projeya ji nû ve avabûna Sûriyê bêyî me ne mimkun e.”

 ‘EM JI DIYALOGÊ RE AMADE NE’

Fermandarê giştî yê QSD’ê got ji bo ku pirsgirêk werin çareserkirin, di her şert û mercekî de ji diyalogê re amade ne lê kesên xwedî siyaset û feraseteke qirêjî li di jî vê yekê ne.

Ebdî bang li hikumeta Şamê kir ku bi berpirsyarî tev bigere û pêşî li çareseriyê negire û gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Hikumeta Şamê divê bi berpirsyarî te bigere. Hikumeta Şamê bi siyaseta xwe xizmetê ji parçebûna vê xakê re dike. Bi siyaseta zordariyê li Sûriyê aramî çênabe. Me herêmên xwe parastin û em ê vê yekê berdewam jî bikin. Hewce bike em ê li dijî hikumeta Şamê jî biparêzin. Em ji bo diyaloga bi her kesekî re amade ne. Li pêş hikumeta Şamê bi tenê rêyek heye, ew jî diyalog e. Divê ev wiha bê zaînn. Daxuyaniyên hikumeta Şamê bi tenê di çarçoveya siyaseta wê ya propagandayê de ne. Tu xizmeteke vê yekê ji pêşeroja gelê Sûriyê re tune ye. Divê hikumeta Şamê dev ji vê siyaseta xwe berde ku rêyên diyalogê digire.”

Back to top button