Gotar

Sûriyeyê ber bi ku ve diçe

Beşîr Mele Newaf

Rewşa Sûrî bi giştî û hendeseya civakên heyî hêjaye were nirxandin, ji bo bi kêmanî ku meriv karibe li ser hêmanên heyî sibe roja wê yî siyasî û konjiktorên heyî bixe bin texmînin zanistî.

Derfetek hêja bi “Buhara Gelan” re ji tevaya devrê re bîhin veda, mexabin kaya kevin hate dêrandin û atmosferên heyî ji bo regezên erênî ku encam ber bi şoreşên gelêrî ve biça, ber negirt. Weke her kes dizane di pêvajoya 11 salan de çi qewimî. Dever û taybet Sûrî kete bin kontrol û ecindeyên dewletên mezin û hin dewletên herêmî, bê yî xwediyê dozê yî rasteqîn e, ku muslmanên kevneperest û şofonîst li pêlê siwarbûn û bi temamî radestî Dewletên mîna Tirkî, Sûdiyê, Qeter û îranê kirin. Û li paş perdê Israîl.

Nakokyên bingeyîn di civakên li ser cografiya Sûrî di pêvajoya sed salî de ji peymana lozanê û avakirina kiyanê Sûrî ve derî ji yek çareseryan re venebûne, ne pozesyon ne jî rejîmên peyapey nêzîkî vê pirsê nebûne. Ev jan û neyêniyên komkirî ji bo cebheyek aqilane û bi bandor ku karibe her alyên siyasî civakî û çandî bixe xizmeta Sûriyek paşerojê de, dibin kelemkên cedî ku pir alî van nakokyan avdidin. Di baweriya min de li gorî qayişkişandinê ji bal tevaya hêz heyî ji bilî Rêveberya Xweser, ne xwedan pirose û niyetekê ne ji çareserkirina pirsa siyasî ji Sûrîyê re. Tehediyatên li himberî yekrêziya sîwanekê an jî cebheyek netewî, kûr û dijwar in: Dagîkeriya tirk.

Kûrahiya têkilyên îranê bi deverê re..

Hebûna Rûsya di piştgirya rejîmê de..

Mana Hêzên hevpeyman, li dijî DAIŞ û destdirêjya Îranê..

Xeteriya Vejîna DAIŞ..

Komên çeteyên ji hêla îdyologî bi DAIŞ ve..

Tunebûna pozassyonek hundurî..

Rewşa penaber û penaberyê..

Hebûna van hêzan bi giştî di navbera wan de nakokyên mezin hene û ji ber tunebûna cebheyek hundurîn, dewletên xwedan biryar hîn di siyaseta wa yî derveyî tiştek navê wê piroseya çareserya siyasî ji Sûrîyê re tune. Ev di be ku rewşa sûrî bêtir ber bi kambaxbûnê ve biçe.

Tişta di asoyê nêzîk de li ser qadên hundur, ew e ku rewşên zor û zehmet derî li ber şoreşekê civakî vebe, û bibe pêvajoyek nû ji hêzên netewî û dildarên avakirina Sûriyek ne navendî û demequrat re.

Back to top button