ManşêtNûçe

Dewleta Tirk avahiyeke nû ya mêtingeriyê li Efrînê ava dike

Li gorî agahiyên ku ji Efrînê hatiye bidest xistin, dewleta Tirk a dagirker bi desteka ′Rêxistina Sewasiye′ û ′Saziya Navneteweyî ya Civakî û Piştgiriya Mirovan (SDI)′ li gundê Kefer Romê yê navçeya Şera bi navê ′Ehl El Xeyr′ avahiyeke nû ya mêtingeriyê ava dike.

Li gorî çavkaniyan hate diyar kirin ku piştî darên li daristana gundê Kefer Romê ji hêla çeteyên Sultan Murad ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker ve hatin birîn, avahî tê avakirin.

Çavkanî ragihand ku hejmareke mezin a xaniyên li wê avahiyê ji bo malbatên çeteyên Sultan Murad hatine veqetandin.

Ji dema dagirkirina Efrînê di Adara 2018′an de ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, nêzî 30 avahiyên mêtingehiyê ji bo cihkirina malbatên çeteyan û biyaniyên ji herêmên din ên Sûriyeyê, hatine avakirin.

Dewleta Tirk a dagirker li kantona Efrînê guhartina demografîk pêk tîne û di demên dawîn de jî penaberên sûriyeyî yên li Tirkiyeyê bi darê zorê tîne û li herêmên Sûriyeyê yên dibin dagirkeriya wê de bi cih dike.

Back to top button