Duh, roja Çarşemê şêniyên herêma Reqa salvegera salane ya 10’emîn a şoreşa 19’ê tîrmehê pîroz kirin, li stada beledî ya bajarê Reqa.
Bi tevlîbûna şandeyek ji Pariya Yekîtiya Demokrat PYD li herêma Reqa, meclisên sivîl, leşkerî, şaredarî û partiyên siyasî û meclisên jin li bakur û rojhilatê Sûriya.
Di destpêka şahiyê de deqeyek rêzgirtin sekinîn ji bo giyanê şehîdan.
Piştre hin gotin hat kirin bi navê Meclisa Reqa ya Sivîl û Meclisa Reqa ya Leşkerî û Meclisa Malbatên Şehîdan.
Gotinan hemû gelên bakur û rojhilatê Sûriya pîroz kirin di salvegera destpêkirina şoreşê û soz dan tevahiya şehîdan ku li ser riya wan bimeşin heta biddestxistina serkeftin, azadî û aştiyê ji tevahiya gelê Sûriya.
Tekez kirin li ser bilindkirina têkoşînê û salvegera serhildana 19’ê tîrmehê silav kirin.