ManşêtNûçe

Gelê Kobanê berxwedana gelê Zaxoyê li hember dagirkeriya Tirk silav kirin

Bi armanca şermezar kirina êrîşên dewleta a dagirker li ser herêmên kurdistanê bi gîştî û li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûryayê, her wiha êrîşa dewleta tirk a dawî li bajarê Zaxo’yê pêk anî daxuyaniyek hevapr ji hêla, Kongra star, Partiya Yekîtiya Demokrat, Tevgera Civaka Demokratîk û Saziyên Malbatên Şehîdan, li bajarê Kobanê, li qada Azadiyê hat dayîn.

Daxuyanî ji bo raya giştî

Wek tê zanên êrîşên dewleta tirk ya dagirkir li ser herêmên kurdistanê bi gîştî û li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûryayê bi rengekî bê navber didomin. Armanca dewleta turk ya dagirker ji van êrîşan têkbirina û tunekirina destkeftiyên şoreşa gelan ya ku bi deh salan e têkoşîna wê tê kirin, ji bo vê yekê dewleta turk ji bo ku êrîş bike berê xwe dide hinek alî û hêzên navdewletî ku cireya kesk jê re were vêxistin û êrîş bike.

Em baş dizanin ku tevahî hêzên desthilatdar û navdewletî li diji gelê kurd û destkeftiyên gelê kurd her tim li gor berjewendiyên xwe dikevin bazartiyan û berî vê bi du rojan di roja salvegera 10 emîn ya şoreşa 19ê tîrmehê li Tehranê civîneke sê alî di navbera dewleta Turk, Rûsiya û Îran de hate çêkirin û bi encamekê jê derketin ku bi planên tesfiyekirin û fermanên qirkirin li ser kurdan berdewam bikin û di encama wê de êrîşî zaxoyê kir li gundekî welatiyên zaxoyê kirin hedef û zaroka bi navê Zehra ya yek salî şehîd ket.

Em bi navê gelê Kobanê berxwedana gelê Zaxoyê li hember dagirkeriya dewleta Turk silav dikin em dizanin ku dewleta Turk ne tenê êrîşî gelê kurd dike, êrîşî tevahî gelê Rojhilatî navîn dike û mînaka wê jî êrîşa li Zaxo ye û di heman demê de li Kobanê bi balafireke asîmanî êrîşî welatiyên Kobanê kir ji bo vê yekê em êrîşên dagirkeriya dewleta Turk ya faşîst û dagirker li ser herêmên xwe şermezar dikin û bang li civakên azadxwaz û demoqiratîk, mafê mirovan, saziyên nav dewletî dikin û li hember êrîşên qirkirin û dagir keriyê bê deng nemînin û rê ji bo van êrîşan were girtin û qede reya asîmanî were danîn.

Back to top button