ManşêtNûçe

Konseya Ewlekariya Netewî ya Iraq daxwaza vekişîna hêzên Tirkiyeyê kir

Piştî bertekên rayedarên siyasî û gel, Konseya Ewlekariya Netewî ya Iraqê civiya û piştî civînê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de ji Tirkiyê tê xwestin bi awayekî fermî lêborînê bixwaze û hêzên xwe yên leşkerî ji Iraqê vekişîne.

Konseya Ewlekariya Netewî ya Iraqê di civînê de biryarên nû li dijî Tirkiyê stendin.

Di civînê de heşt biryar hatin girtin;

Ji wan :

Wezareta Karên Derve hat erkdar kirin ku dosya der barê êrişên Tirkiye yên li ser serweriya Iraqê de amade bike.

Bi lez van dosyayan radestî Konseya Ewlekarî ya NY bike.

Wê Wezareta Karên Derve ya Iraqê balyozê Tirkiyê yê Iraqê gazî bike û der barê cezayan de agahdar bike.

Erkdarkirina fermandarê operasyonên hevbeş ji bo pêşkêşkirina raporek li ser rewşa sinorê Iraq-Tirkiyê.

Amadekirina lêkolînê der barê rewşa qurbaniyên êrişê û malbatên şehîdan her wiha tazmînata wan de.

Wê li gel hikumeta Herêmê hemahengî çêbe ji bo pêşîlêgirtina binpêkirinan û girtina tedbîrên çarenûsaz.

Daxwaz ji Tirkiye dikin bi awayekî fermî lêborînê bixwaze û hêzên xwe yên leşkerî ji tevayî xaka Iraqê vekişîne.

Back to top button