Hevserokê Partiya Yekêtiya Demokratîk Salih Muslim ji beşdarî ajansa Reutersê bû û got ku divê Kurd beşdarî Cenevre-3 bibin an jî dê biser nekeve.
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk Salih Muslim ji Reuters’ê re axivî û got “Divê Kurd jî beşdarî Cenevreyê bibin, an jî ev danûstandin dê biser nekevin. Eger hêzên li ser erdê xwedî bandor li ser maseyê rûnenin dê Cenevre-2 dîsa dûbare bibe.”
Muslim bal kişand ser komên çete yên mîna Ceyş El-Îslam û got “Hişmendiya van koman û ya DAIŞ û El-Nusrayê yeke û ji hev ne cuda ne. Diyar e ew dixwazin dewleteke îslamî ava bikin. Şandeya Riyadê jî avakirina dewleteke îslamî qebûl dike. Ev yek ji aliyê me ve nayên qebûlkirin.”
(he)