ManşêtNûçe

Almaniya daxwaz kir ku Kurd tevlî Cenever-3 bibin

Ajansa Reuters ji zarê berdevkê wezareta derve yê Almanî radigihîne ku Almanya dixwaze Kurd jî di danûstandinên aştîya Sûrî de cîh bigirin, ku li ber e 25ê vê mehê bêne kirin.

Berdevkê Wezareta Karê Derve yê Almaniyayê ragihand ku; “Erê, li Sûrîyê kêmanîyeke mezin ya Kurdan heye û mafê vê kemanîyê heye ku di dîyarkirina welatê xwe yê paşerojê û aştîyanê de xwedî gotin be.”

Hin xem hene ku destpêbûna danûstandinan dereng bikevin, jiber ku di navên kesên beşdar de arîşe heye û hin derdor dijî tevlîbûna Kurdan in.

J. M

 

Back to top button