CivakCiwan

Ciwanên PYD: MSD temsîla Sûriyê dike

Ciwanên PYD’ê dan xuyakirin ku Cenevere-3 bêyî MSD’ê têk diçe. Pêkanînên Meclîsa Niştîmanî Kurdî yên ku armancên xwe bi xapandina gel bidestdixin şermezar kirin.

Divê çarçoveyê de endamê ciwanên PYD’ê Şêraz Hesen wiha axivî:”MSD’ê ne tenê temsîla Kurdan, temsîla tevahî gelê Sûriyeyê dike. Eger MSD’ê di Cenever-3 de amade nebe tu çareserî dernakeve holê.”

SIRAZ HESEN

Hesen destnîşan kir ku ew kesên ku ji welatê xwe reviyane , pey berjeweniyên xwe ketine û êşa gelê xwe ji bîr kirine tu carî temsîla me nakin. Tenê MSD’ê temsîla me dike.

Ciwan Seydo jî ragihand gelek civîn hatin lidarxistin û wiha pêde çû: “Lê tu encam li ser rûyê erdê nehatin dîtin û hîn aloziya ku li Sûriyeyê tê jiyandin gurtir kirin. Cenevre-1, 2 civîna Riyadê  tu çareserî dernexistin holê ji ber ku kesên ku temsîla gelê Sûriyeyê dikin tê de beşdar nebûn, lê berevajî wê kesên ku beşdar dibûn ew bi xwe şirîkên komployên ku li dijî Sûriyeyê tên meşandin.

CIWAN SIDO

Hesen û Ciwan kiryarên Melîsa Niştîmanî Kurdî û delegeyên wê yên ku şerê zimanê xwe dikin û siyastên wan yên ku ji bo gihaştina armancên xwe gel dixapînin û diyar kirin ku ev kiryar têkçûna wan nîşan dide.

ALVA OSÊ (mm/ra)

Back to top button