DaxuyanîManşêtNûçeyên Lezgîn

QSD‘ê bersiva daxuyaniya rejîma Sûriyeyê da

Daxuyaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li ser zimanê Berdevkê QSD‘ê Kîno Gabriyêl hat. Daxuyanî bersiva daxuyaniyên Wezareta Dereve ya rejîmê Sûriyeyê ku ji Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û Serokê Konseya Ewlekariyê re şandibû dide ku û tê de îdîa kiribû ku QSD‘ê li gundewarên Dêrazorê komkujî pêk anîne.

Daxuyanî wiha heye:

“Wezareta Derve ya Sûriyeyê du name ji Konseya Ewlekariyê û Neteweyên Yekbûyî re şandin, di nameyan de gelek îdîayên derew û ne rast li dijî hêzên me hene yên ku herêma Dêrazorê rizgar kirine û şerê li djiî şaneyên terorîstan didomîne.

Hêzên me têkoşîna li dijî şaneyên terorist ên yekser girêdayî rêxistina DAIŞ‘ê didomîne. Şaneyên behsa mijarê çemê Firatê ji herêmên di bin serweriya hikûmeta navendî ya Şamê û milîsên girêdayî wê de derbas dikin. Rêxistina DAIŞ‘ê li wan herêman bi ewlehî tevdigerin û ew herêm kirine bingeha tevgirên xwe yên ber bi herêmên rojhilatê Firatê ve û jiyana xelkên li herêmên rizgarkirî dike hedef, her wiha milkên girtî û yên taybet jî tehdîd dike.

Hikûma Sûriyeyê li şûna ku helwesteke dijber li hemberî me nîşan bide û destekê bi terorê re bidomîne, bila li şirîkatiyeke niştimanî rasteqîn bi me re û Hêzên Koalîsyona Navdewletî re li dijî terorê bigere. Lê em dibînin ku hikûmeta Sûriyeyê bihaneyên qanûdnî derdixîne da ku nixumandineke qanûnî ji bo parastina terorîstan re peyda bike û ked û hêzên me ya di serkeftina li dijî DAIŞ‘ê de paşguhd dike. Ji rejîmê tê xwestin ku bi objektîf ji bingehê bejewendiya niştimanî ya Sûriyeyê nêzî vê dosyayê bibe ku kedeke hevpar ji bo tinekirina xeteriya rêxistina DAIŞ‘ê pêwîst dike, ne bi destekdayîna bi terorê  ye û rakirina gilînameyan ji bingehê kompkoyên siyasî ji saziyên navdewlî re ye.”

Back to top button