ManşêtNûçe

Dayikên girtiyan li Meclisê çalakiyên xwe pêk tînin

Dayikên girtiyan bi xavikên xwe yên spî li Meclisê dest bi çalakiya rûniştinê kirin û daxwaza hevdîtinê li Wezîrê Edaletê yê Tirk kirin.

Dayikan piştî hevdîtina bi Serokê Meclisê Mûstafa Şentop re dawî li çalakiya rûniştinê anîbûn. Şentop soz dabû dayikan ku wê daxwazên wan ji Wezîrê Edaletê re ragihîne.

Lê belê dayik ji Meclîsê derneketin û bi şev li salona civînê ya koma HDP’ê man. Dayikan şevê sohbet kirin û bi Kurdî stran gotin.

Dayikên berxwedêr hîn jî li meclîsê ne. Tê payin ku îro saet 13:30’î tevî Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan civîna çapemeniyê pêk tînin.

 

Back to top button