ÇalakîCiwanDaxuyanîManşêt

Ciwanên Tebqayê: Fikirê azad wê dawiyê li dagirkeriyê û  faşîzmê bîne

Piştî deh rojan ji çalakiyê, îro Meclisa Ciwanan û Yekîtiya Jinên Ciwan li Tebqayê çalakiya konê ku li qada Navenda Şehîd Hanî El-Alîs vedabûn, ku ji aliyê hemû saziyên sivîl û leşkerî ve dihat serdan bidawî kirin.

Di vê der barê de di roja dehan de ku roja dawîn û bi navê ciwanên Tebqayê û Yekîtiya Jinên Ciwan her wiha bi beşdariya ciwanên Reqayê, hevseroka Yekîtiya Werzîşê ya li Tebqayê Şeza Mihemed daxuyanî da. Şeza di daxuyaniyê de teqez kir ku ew siyasetên Tirkiya faşîşt, wêrankirin, çeteyên Tirkiyê yên li Efrînê û hewldana Tirkiyê ji bo tevlêkirina Efrînê nava axa Tikiyê wekî ku berê li Lîwaa Îskenderûnê kiriye red dikin.

Di dewama daxuyaniyê de soza şopandina rêya şehîdan a li dijî dagirkeriya Tirkiyê û planên wê yên qirêj der heqê xaka Sûriyê de hate nûkirin, her wiha ji civaka navdewletî re hate teqezkirin ku vîna gel ji hemû proje û hevpeymanên Tirkiyê yên bi guman xurtir e.

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku yekîtiya gel û rêgeza jiyana hevbeş, dê faşîzma Erdogan biruxîne, her wiha dê ev yekîtî isbat bike ku fikirê azad dikare dawî li dagirkeriyê û  faşîzma Erdogan bîne.

Daxuyanî bi sloganên”Şehîd namirin, bijî têkoşîna Efrînê, na ji dagirkeriya Tirkiyê re” bi dawî bû.

ANHA

 

Back to top button