ManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Piştî ku milkên wan desteser kirin ew lêdan kirin

Dagirkerên Efrînê ji gundê Belîlka yê  Racoyê 3 sivîl revandin û bi awayekî hovane şêniyên gund lêdan kirin piştî ku milkên wan talan kirin.

Çavkaniyan ji kantona Efrînê diyar kirin ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker vê sibehê bi 11 erebeyên leşkerî ku zêdeyî 40 çete û endamên MÎT lê siwar bûn avêtin ser malên şêniyên gundê Belîlkayê yê herêma Racoyê û 3 sivîl revandin. Li gorî çavkaniyan  kesên hatine revandin Seyîd Ehmed e. Çeteyan piştî ku 200 hezar lîreyên wê birin ew li pêşberî şêniyan lê dan kirin, her wiha Emîr Mihemed Nûr û Gulgul Mamo revandin.

Çavkaniyan her wiha destnîşan kirin ku çeteyan li gund geriyan û bê suc û sebeb şêniyên gund, bi jin û zilamên wê lêdan kirin, da ku tirsê di nava şêniyan de çêbikin. Li gorî çavkaniyan hejmarek gundî ji ber lêdana hovane li ser hişê xwe çûn.

çavkaniya: ANHA

Back to top button