Di çarçoveya Pêngava “Serî Hilde” meşeke hate li dar xistin
Yekîtiya Ciwanên Rojava yê bajarê Dêrikê di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava “Serî Hilde” de meşeke bi mişeleyan li dar xist
Bi dehan ciwanên Girkê Legê û Dêrikê tevlî bûn.
Meş ji ber navenda ciwanan a bajarê Dêrikê ya Şehîd Bawer dest pê kir. Çalakvanan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên têkoşeran, alên YCR û YJC’ê hatin hildan. Ciwanan di nava kolanên bajarê Dêrikê geriyan û bê navber dirûşmeyên silavkirina berxwedana Efrînê beriz dikirin û dîsa li cihê jê dest pê kiribûn zîvirîn.
Li vir deqeyeke rêz hate rawestandin, paşê Endamê Koordînasayona Yekîtiya Ciwanên Rojava Elî Harûn diyar kirin ku Pêngava wan a “Serî Hilde” ya li hemberî kiryarên dewleta Tirk a dagirker heta rizgarkirina Bakurê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê ji dagirkeran berdewam e.
Harûn soza mezinkirina têkoşîna li hemberî dagirkeriyê da.