Li Efrînê revandina welatiyan û talankirina malan didomin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kiriyên xwe yên dijmirovî didomîn û li beramberî serbestberdana wan bertîlan dixwazin.
Çavkaniyek ji gundê Satiya yê girêdayî herêma Cindirêsê, da zanîn ku çeteyên koma “Feylq El-Şam û El-Hemzat yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker duh du welatî bi bihaneya ku rêveberên komînê û çekên wan neruxsetkirîne revandin.
Her wiha çavkaniyê da diyar kirin ku çeteyan her du welatî bi berdêlên giran serbest berdan.
Çavkaniyî destnîşan kir ku çeteyan malên gelek welatiyan desteser kirin û kirin bargerên leşkerî, ji wan mala welatiyê bi navê Ehmed Hiso desteserkirin.
Li gorî çavkaniyê çeteyan mizgefta gund û keblên stûnên ceyranê dizîn.
Li aliyekî din jî, li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane, çeteyan li gudên Satiya zeviyên simaqê yên gundiyan talan kirin. Piştî ku gundî li hemberî wan derketin çeteyan biryar derxisitn ku her kîloyeke simaq bi 700 lîreyên Sûrî were firotin û gundî neçar kirin ku simaqê bifiroşin.
Hêjayî gotinê ye ku buhaya kîloya simaqê li Efrînê d inavbera 1400-1500 lîre ye.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha Hezîranê de 140 welatî revandin e û bi dehan domimên zeviyên çandiyê, di nav de girava Meydankê şewitandine. Her wiha çarenûsa bi dehan jin, ciwan, bi temen ne diyar e.
Çavkaniya:ANHA