ManşêtNûçe

Piştî 2 salan ji rizgarkirinê jinên Tebqayê di çi astê dene..

Di demeke kurt de Rêveberiya Jinan a Tebqayê bû sîwana sereke ya hemû jinên herêmê. Rêveberiya Jinan ji bo hevrêziya enerjiya jinên û pêkanîna armancên wan ji azadî, wekhevî, şikenandina qeydan û pêkanîna tevlêbûneke bi giştî di civakê de dixebite.

10`ê Gulanê salvegera 2`yemîn a rizgarkirina bajarê Tebqa ji aliyê şervanên QSD`ê ve ji çeteyên DAIŞ`ê ye. Bi vê rizgarkirinê re jiyan li şêniyan vegeriya û bi taybet jinên bajêr ku ji ber kiriyarên çeteyên gelek zilm û zehmetî dîtin û mafên wan hatibûn binpêkirin. Gel di nava sala derbasbûyî de çi kar û xebat kirin û çawa rola xwe di nava civakê de îsbat kir?

 

-10`ê Adara 2018`an de bi sedan jinên Tebqayê yekemîn konferansa xwe bi dirûşma “Têkoşîna jinan ji bo azadiyê têkoşîna ji bo azadiya mirovahiyê ye” li dar xist. Konferans bi gelek biryaran bi dawî bû. Ji wan; piştgirî û destekdayîna doza jinên ereb û vegera wan ji xeta wê re, ji bo pêşxistina têkilî û têkoşîna hevbeş bi rêxistin û tevgerên jinan ên li Sûriyê re bixebitin, tevlêbûna rêxistinên jinan ji bo pêşxistina sîstema demokratîk li Sûriyê, têkoşîna li dijî mêjiyê netewedewletê û zîhniyeta desthilatdar û pêkanîna zîhniyeta neteweya demokratîk, têkoşîna li dijî hemû rengên şerê taybet, vekirina dewreyên fikrî, siyasî û çandî li Akademiya Jinan bi awayekî bi rêk û pêk, firehkirina xebatên birêxistinbûnê, avakirina komîte û kombûnên jinan li hemû navçeyên herêmê.

 

Sala 2`yemîn sala birêxistinkirina jinan li gundan bû

Di sala derbasbûyî de Rêveberiya Jinan a Tebqayê bi hezaran jinên herêmê bi rêya vekirina 10 meclisan li gundewarên bajêr, bi rêxistin kirin.

Jinan cihê xwe di aliyê leşkerî de girt û asta têkoşînê bilind kir

Ji pîvana parastina rewa û parastina destekefiyên gelan û nirxên şoreşê ku bi navê şoreşa jinan hat naskirin, Rêveberiya Jinan li Tebqayê 50 jin di nava refên hêzên Parastina Cewherî de bi rêxistin kir. Da ku parastina jinan û gel bikin, li hember hemû êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin her wiha bûn bersiva gelên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji aliyê QSD`ê ve ji DAIŞ`ê û komên çete hatine rizgarkirin. Ji ber wê diviya ku jin xwe bi awayekî baş bi rêxistin bikin da ku xwe û civakê li gorî derfetên xwe biparêzin

Di 2 salan de 7 komîteyan gavên mezin avêtin

Piştî 2 salan ji avakirina Rêveberiya Jinan li Tebqayê û saziyên din taybet bi jinan di Rêveberiya Sivîl û rêxistina jinan di meclis û komînan de, em dikarin bêjin ku jinên li herêmê gaveke mezin avêt, tevî ku jinan di serdema hişmendiya baviksalar de dît, lê hîna jin kêmasiyan di gelek aliyê yekbûna kedên jinan û hevkariya di hemû aliyan de dibe sedem ku bandora neyînî di pêşketina kar bi asta bilindtir bike û pêkanîna daxwazên jinan taybet di aliyê rêxistinî û aborî de, her wiha pêwîstiyeke mezin ji bo birêxistinkirina jinan heye.

 

Rêveberiya jin li Tebqayê weke mala mezin û cihê yekemîn ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên jinên herêmê ye, komîteya lihevanînê hezar û 500 dozên berdan, zewaca bi temenê çûk, pir jinni û xwedîkirina zarokan pêşwazî kirin, ji wan hezar û 100 doz beyî ku radestî dîwana edaleta civakî bê kirin çareser kir.

Planên pêşerojê ji bo xurtkirina rola jinan di hemû aliyên jiyanê de

Di nerîna pêşerojê de rêveberiya jin a Tebayê ku bi rêya wê girîngiya berfirehkirina çalakiyên jinan di hemû qadan de, li gel rêveberiyê plan, projeyên pêşerojê yên siyasî, leşkerî û aborî hene, yek ji planên herî girîng ku Rêveberiya jin ew diyar kir ew e desteka mîras û folklore ya nasnameya jin Ereb, peydakirina mala parastina jin, xurtkirina beşdarbûna jin di rêxistina ewlehiyê de ku bi awayekî berfirehtir beşdarî nava refênf Hêzên Ewlehiya Hundirîn, avakirina gelek projeyên aborî ku piştgiriya aboriya jina serbixwe bike, bikin.

Back to top button