HemerengManşêt

Hozat: ji her demê bêhtir nêzî jiyana azad û demokrasiyê dibin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat, li ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, grevên birçîbûnê, rojiya mirinê û hevdîtina 2’yê Gulanê ji ANF’ê re axivî.

Beşek ji nirxandina Besê Hozat;

9’ê Gulanê salvegera şehîdbûna Şîrîn Elem Hûlî û çar hevrêyên wê ne. Ji beriya vê bi sê rojan jî salvegera darvegkirina Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan bû. Her wiha 2’yê Gulanê salvegera Şehadeta Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn bû. Van hemû şoreşgerên mezin weke her salê gelê me, hêzên demokrasiyê û gelên Tirkiyeyê bi rêz û minet bibîr anîn. Em jî di kesayeta şehîdên Meha gulanê hemû şoreşgerên mezin, pêşengiyên şoreşa mezin bi rêzdarî û minet bibîr tînin, bejna xwe li ber bîranînên wan ditewînin.

Salvegera Şehîdbûna Hevrê Hakî Karer jî nêz dibe. Li pêşberî bîranînên Şoreşgerê Mezin Hakî Karer ê bû sedeme avakirina PKK’ê bi rêzdarî bibîr tînim. Li ser xeta van şoreşgerên mezin têkoşîna azadiyê li Kurdistan û herêmê mezin dibe. Her diçe belav dibe. Em armancên wan gav bi gav pêk tînin. Îro ji her demê bêhtir nêzî jiyana azad û demokrasiyê dibin. Hesreta herî mezin a şehîdan, şehîdên şoreşger jiyana azad û demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn e.

-Rêber Apo di bin sîstemeke mezin a êşkenceyê ye, Ev 20 sal in Rêber Apo di bin tecrîdeke giran deye .

Û Niha ji bo şikandina tecrîdê 6 meh in bi pêşengtiya Leyla Guven, Nasir Yagiz û berxwedêrên li zindanan têkoşîn û berxwedaneke mezin tê kirin.

-Li derve bi pêşengtiya dayikan gelê me li ber xwe dide. Bi rastî jî dayikên Kurd, jinên Kurd berxwedaneke bê mînak raber dikin. Sekna jina azad pir bi hêz derxistiye holê. Sekna jina rûmet, sekna jina welatparêz dayikên Kurd derxistiye holê. Berxwedanek li dorî dayikan mezin dibe, belav dibe. Divê ev berxwedan bi dayikên me sînordar nemînin. Divê dayikên hemû şehîdan, dayik û gelê me yên welatparêz, beşên demokratîk, civak Tirkiye, yên li dijî faşîzmê, yên li dijî zilm, êşkence û şer hemû beşên civakê rabin ser xwe û cihên xwe di nava berxwedanê de bigirin.

-Divê li dijî tecrîd û sîstema li Îmraliyê tê kirin her kes di nava têkoîn û berxwedaneke mezin de bin.

-Hevrêyên di greva birçîbûnê de vîneke pir mezin nîşan didin

Berxwedanekî mezin li zindanan tê kiri. Bi meha in hevrêyên me li ber xwe didin. Bedenên wan dihelin. Ev vîneke mezin e. Ev baweriyeke mezin e. Her kes nikare vîneke wiha raber bike. Ev tiştekî bi heyebet e.Divê her kes guh bide vî dengî, Vê vînê, vê baweriyê bibîne, hîsbike û li gorî vê bikeve tevgerê. Ev yek pir girîng e.

Desthilata AKP-MHP’ê di astekî cidî de tengijiye, ketiye zorê. Hem di hundir û hem jî ji derve ketiye zorê.Di encama vê tengijînê de parêzer bi Rêbertiyê re civiyane.

Ev hevdîtin nayê wateya bi dawîbûna tecrîdê. Divê mijarê de daxuyanî hatin dayîn. Girtiyan daxuyanî dan. Heta dawî rêz ji wan re digirin. Gotin; ‘Daxwazên me nehatine bicihanîn’. Rast e daxwaz nehatine bicihanîn. Daxwaza girtî û berxwedêran bi temamî rakirina tecrîdê ye. Divê Rêbertiya me bi peryodîk heftane, bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike.

Li ser vê yekê ji hevdîtinên ji heftane bigire, dîsa pêwîstiyên rojan e, çi rojname, tv, bi her awayî bikare têkilî bi derve re pêk bîne û girtina name û şandinê bên destgirtin ev yek ji aliyê Wezareta Edaletê, dîsa rayedarên desthilatê ve bi awayekî fermî ji raya giştî re bê ragihandin.

-Girtiyan anî ziman ku ev hevdîtin lîstikeke ya dijmin e, armanc şikandina berxwedanê ye. Diyar kirin ku ev hevdîtin seneryoyeke ya ji aliyê desthilata AKP-MHP’ê ve hatiye kûrgokirin e. Em tevlî vê nirxandinê dibin. Li gorî em jî ev lîstikeke. Armanc şikandina tecrîdê ye. Vê berxwedanê di asteke cidî de desthilata faşîst xistiye nava zoriyê. Ji xwe li hundir di nava krîz û kaoseke mezin de ye. Ji xwe di warê siyasî de di nava krîzê de ye. Sîstem bi xwe krîz e.

-Li cihê faşîzm lê heye lihevkirin û mûzakereyên demokratîk nîne

Bendêmayîna ku ev desthilat gaveke demokratîk bavêje, ne mimkûn e, muzakereyên demokrasî ne mimkûn e.

-Li holê ti pêvajoyeke ya diyalogê nîne. Li holê ti çareserî nîne. Berê jî ti pêvajoya çareseriyê nebû. Pêvajoya şerê taybet û operasyonên taybet ên AKP’ê hebûn. AKP’ê ji destpêkê ve li gorî pêwîst nêzîkî helwesta Rêbertiya me ya ji bo çareseriya pirsa Kurd ya bi rêyên çareseriya demokratîk nebû.

piştî 2013’an heta 5’ê Nîsana 2015’an pêvajoya dîyalogê dom kir, niyeta baş a Rêbertiya me ya ji bo aştiyeke birûmet, çareseriyeke demokratîk, baweriya bi muzakereya demokratîk û niyeta baş bû. Nêzîkatiyeke ya çareseriyê bû. Lê AKP’ê xwest ji vê sûdê bigre û bikar bîne. AKP’ê ji bo desthilata xwe xurt bike, dewletê bi dest bixe, kontrola dewletê li destê xwe bigire, rejîma xwe ya faşîst ava bike ev yek bikar anî. Ji xwe dema dît ku ev yek bi kêra wî nayê heta nikare bike wê maskeya wî bikeve dawî li vê pêvajoyê anî.

-Niha jî ji ber di zorê de ye, tengijiye, li ber rûxînê ye. Li hundir û derve siyaseta wê li ber hilweşînê ye, ketiye çiravê. Niha ji bo nefesê hilde, serî li rê û taktîkên nû dide. Dixwaze lîstikekê nû bilîze. Niha jî lîstikên AKP’ê li ser xapandina civakê ye. Ji bo valaderxistina vê divê bibin xwedî helwest û tevger. Rêya vê jî têkoşîn e, mezinkirin û belavkirina berxwedanê ye.

-Di hevdîtina bi Rêber Apo re hate kirin, peyamên pir bi hêz ên ji bo beşên demokratîk hene. Nêzîkatiyên nû rûmet, aştî, muzakereyên demokratîk û çareseriyê derxist holê. Vîna vê derxist holê. Li ser vê mijarê hê zêdetir bê rawestandin, bingehek vê bê danîn, mercên ji bo vê bên amadekirin, wê ji bo hemû gelên Tirkiyeyê û ji bo Rojhilata Navîn pêşketinên mezin pêk bên.

-Di helwesta gelê Kurd de guhertin nîne û Wê berxwedan û têkoşîna gelê Kurd a li dijî faşîzmê mezin bibe.

Ev berxwedan wê aştiyê bîne, tecrîdê bi dawî bike û rêya demokratîk, edalet, azadî, demokrasî û wekheviyê ya Tirkiyeyê veke. Wê li Tirkiyeyê aştî, demokrasî û edalet bi ser bikeve.

-Divê ciwan xwedî li vê pêvajoya bi pêşengtiya dayik û jinan pêktanî bi topyek derkeve.

-Li dijî faşîzmê dem dema mezinkirina yekîtiyê ye,Di vê bangên Rêbertiya me bi vî rengî bên famkirin.

 

Back to top button