ManşêtNûçe

Parêzeran bi Ocalan re hevdîtin pêk anî

Newroz Ûysal ku 2’yê Gulanê li gel parêzer Rêzan Sarica serdana Îmraliyê kiribû û hevdîtin li gel Abdullah Ocalan pêkanî bû, têkildarî hevdîtinê Newroz Ûysal bersiv da pirsên ANF’ê.

Rewşa wî çawabû?

Bi giştî rewşa wî baş, xurt û bi moral bû. Li ser pirsên me yên derbarê tendirustiya wî qala kitekitan nekir û diyar kir ku ew li ser kêşeyên civakî disekine û tendirustiya xwe dixe plana duyemîn. Bal kişand ser vî tiştî ku ew xwe di warê hiş û giyan de ciwan hîs dike. Diyar kir ku ew di warê fikrê de xwe xurt hîs dike û di warê hiş de jî xwe xurttir dike.

Çavdêriyên we yên pêşîn çi bû?

Piştî prosedurên lêgerîn û saxtîkirinê, dema em li eywanê bûn, ji odeya hevdîtina bi parêzeran dengê Ocalan xurt dihat. Dema ku em derbasî odeya parêzeran bûn jî ew amade bû. Li ser piyan em pêşwazî û silav kir. Di destê wî de metna ji bo raya giştî hebû ya ku me ragihand.

Piştî 8 salan cara pêşîn hevdîtin pêk hat, prosedureke çawa hate kirin?

Ji 21’ê Tîrmeha 2016’an û vir ve bi biryarên dadgehan bi awayekî bêhiqûq biryarên qedexekirinê dihatin dayîn. Herî dawîn di 13’ê Adara 2019’an de me îtîrazî van biryaran kiribû û Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê qedexe rakiribû. Ev biryar di 22’ê Nîsanê de ji me re hate ragihandin. Ji ber serlêdanên me yên ku didomiya, di 2’ê Nîsanê de me çar parêzaran ji bo hevdîtinê serlêdan kir. Ji me re hate gotin ku tenê du parêzer dikarin biçin hevdîtinê. Em du parêzer çûn Gemlîkê. Piştî kontrol û çûyina giravê saet di 15.00’an de me dest bi hevdîtinê kir. Hevdîtin bi qasî saetekê domiya. Di hevdîtinê de dan û stendina belgeyan pêk nehat û derfetên me yên nivîsandin û notan jî tunebû.

Li ser Ocalan pergala tecrîdeke taybet heye, ew vê rewşê bi çi awayî dinirxîne?

8 sal in destûr nayê dayîn ku em bi muwekîlên xwe re bicivin, ew jî di warê hiqûqî de tu mînakeke wê tune. Muwekîlê me di parastinên xwe de gelek caran diyar kiriye ku pergala tecrîda li Îmraliyê di şexsê wî de li ser gelê Kurd tê kirin û gelek di giravekê de di nava çar dîwaran de hatiye dîlgirtin. Di hevdîtina dawîn a bi malbata xwe de jî diyar kiribû ku, vê hevdîtina îstîsnaî tecrîdê ji holê ranake û şertên giran ên tecrîdê didome. Em dizanin ku ew jî diyar dike ku civak di tecrîdeke giran de ye. Ji ber vê jî diyar dike ku di lingê civak û mirovan de pranga heye.

Di sê salên dawîn de du hevdîtinên bi malbatê re hatiye kirin (11’ê Îlona 2016’an û 12’ê Çileya 2019’an) û hevdîtinek bi parêzeran re hatiye kirin (2’ê Gulana 2019’an). Em dibînin ku ev hevdîtin di dema grevên birçîbûnê de pêk hatine. Ev rewş ji bo fêmkirina pergala tecrîdê her tiştî zelal dike.

Şertên wî yên fizîkî çi ne?

Rewşa qada hevpar, hewş, rojname û rewşa TV’yê çawa ye? Derfetên wî yên pirtûkxane û pirtûkan di çi astê de ye?

Em pirtûk, kovar û rojnameyên rojane di nava mehê de bi awayekî bi pergal û li ser hev dişînin. Lê di dema hevdîtinê de me dît ku rojnameya Yenî Yaşamê nedane wî. Hin rojnameyên din didin wî, lê em baş dizanin gelo vê dayîna rojnameyan bi pergal e yan na. Li televîzyonê temaşe dike lê bi tenê heft û heşt kanal hene. Em hîn bûn ku ji nav gelek nameyên ku me ji wî re şandine, tenê 2 an jî 3 name gihiştiye ber destê wî. Dema ku qala nameyê kir ya ku wî ji me re şandiye, me diyar kir ku ew name negihiştiye ber destê me.

Diyar kir ku ew bi sê muwekîlên me yên din ên li wir hevdîtinê dike. Li gorî texmînên me di dema spor û qada hevpar de hev dibînin. Ji xeynî vî tiştî 23 saetên xwe tenê derbas dike.

Em nizanin bê ka pirtûkxaneya wî li odeya wî ye yan na. Lê em dizanin ku xwendinên xwe didomîne. Dema ku li ser tiştekî mînak da, diyar kir ku ew niha Mîrektiya Cizîrê, mîr û begên wê demê dixwîne. Diyar dike ku Mem û Zîn a ku çîrokeke evînî ye, di esasê xwe de qala êşên demokratîkbûnê dike.

Nirxandinên wî yên li ser rewşa siyasî ya li Tirkiyeyê çi ne?

Rêzdar Ocalan niha nîqaşeke kûrtir dike ya ku lêhûrbûnên wî yên berê jî tê de hene. Ji serdema Ozal heta niha 24-26 sal in heman nîqaş û têkoşînê dike. Divê were zanîn ku nirxandinên rêzdar Ocalan ne bi tenê li ser rêveberî û partiyên siyasî ne û di sînorê geşedanên siyasî de jî neyên nirxandin. Ev nîqaşên dîrokî û kûr in. Derbarê dewlet û demokrasiyê, welat û herêmê ye. Ew di nirxandinên xwe de diyar dike ku qonaka lêhûrbûna wî ya niha ji ya 7 sal berê pêşdetir e. Hewl dide vê nîqaşê ji bo encamên kûr bidomîne.

Li gorî çavdêriyên wî rewşa civakê ji hev dûr dikeve. Balê dikşîne ser vî tiştî ku di 3,4 salên dawîn de siyasetmedar jî nikarin çareseriyê ava bikin.

Vê banga rêzdar Ocalan jî divê tevî van nîqaşan were nirxandin. Banga ji bo raya giştî di 7 sernavan de, her paragrafek sernavekî cihê ye û wisa dikare were nirxandin.

Li gorî Ocalan di warê civakî de pêdivî bi lihevkirineke siyasî ya demokratîk heye. Divê lihevkirin ne li ser bingeha dûrxistinê be, nexwe ev tişt jî dibe lihevkirina Kurd-Tirkan, lihevkirina civakî, lihevkirina siyasî, lihevkirina çandî û tiştên wekî vê ne.

Balê dibe ser metoda muzakereya demokratîk. Yekîtiya Ewropayê û nêziktêdayîna Habermas a di vî warî de wekî mînak nîşan dide. Li gorî wî girîng e ku şaşiyên berê neyên kirin û ji şaşiyên berê tecrube werin stendin. Kêşe û problem bi metoda muzakereya demokratîk dikare were çareserkirin. Rêzdar Ocalan sermuzakerevanekî demokratîk e û diyar dike ku zelalî û metoda vî tiştî jî eşkere ye. Fikra wî ev e ku yên ku siyasetê dikin, her kesên ku bi siyasetê re eleqedar dibin, divê her dem amade bin, xwe nû bikin; yan na ew ê nikaribin çareseriyan ava bikin.

Diyar dike ku li Tirkiyeyê têgeha neteweyê ya li Tirkiyeyê, têgeha hemwelatîbûna li gorî destûra bingehîn û têkiliya di navbera dewlet û hemwelatiyan de kêşe hene û derbarê van tiştan de li ser fikr û pêşniyazên xwe ye.

Wekî ku di metna bangewaziyê de jî tê diyarkirin kıu li gorî rêzdar Ocalan, hêza nerm; aqil, polîtîka û çand e.

Diyar dike ku bêyî metoda muzakereyê ya demokratîk û wekî berê, kêşe û problem nayên çareserkirin. Jixwe divê hedefa muzakereya demokratîk jî divê aştiyeke mayînde be.

Rêzdar Ocalan, girîng dibîne QSD ku Kurd, Ereb, Suryaniyan jî digire nava xwe di Destûra Bingehîn a Sûriyeyê de herî kêm bi qasî Sîstema Navendî cih bigire û hebûna wê bikeve bin ewlehiyê. Yekparebûna Sûriyeyê jî girîng dibîne. Di mijara destûra bingehîn de tîne ziman ku divê rêveberiyên xwecihî bên xurtkirin, xweseriya demokratîk, pergala federal û mijarên din bên nîqaşkirin. Bi heman awayî, bi çareseriyên xwecihî re nêrînên siyasî û dîplomatîk jî girîng dibîne. Ocalan, destnîşan kiriye ku hesasiyetên Tirkiyê jî li ber çav bên girtin. Diyar kiriye ku divê nêzikatiyên mîna Efrîn û Îdlibê pêk neyîn û weke çareseriyê jî bi mijara Suleyman Şah re Giyana Eşme ya ku di danezana Newroza 2013’an de hatî xwedin, mînak nîşan daye. Tîne ziman ku pirsgirêk dikarin bi lihevkirina siyasî bên çareserkirin. Piştî dibetiya ku Destûra Bingehîn a Sûriyeya Demokratîk pêş bikeve, dikare pêkan be ji Ewropayê, ji her derê, ji Tirkiyê jî penaberên Sûriyeyî vegerin ser xaka xwe.

Birêz Ocalan tîne ziman ku ji grevên birçîbûnê re rêz digire û tîne ziman ku ji sala 82’an ve helwesta wî ya di derbarê mijarê de tê zanîn. Aniye ziman ku di parvekirina danezana bi raya giştî re, çalakiyên greva birçîbûnê xwedî bandoreke girîng in. Ligel wê, ji hemû berxwedêran re spas kiriye, daye zanîn ku naxwaze çalakvan zererê bidin bedena xwe û nehêlin ku çalakiya wan bê sînorê texrîbat û mirinan.

-Ocalan danezana Newroza 2013’an jî bi bîr xistiye û qala sekna xwe ya li Îmraliyê kiriye. Divê ev çawa bê fêmkirin?

Di du bendên danezana ku birêz Ocalan bi raya giştî re parve kirî de, bal dikêşe ser sekna xwe ya Îmrali û Newroza 2013’an. Ji kesên sekna wî ya Îmraliyê mereq dike re bersiva wî; Ocalan diyar dike ku kirdeyeke polîtîk e, ev kirdayetiya polîtîk xwedî hewldana çareseriya demokratîk e. Hêza birêz Ocalan a weke kirdayetiya esas, hêza wî ya polîtîk tê zanîn. Di danezana Newroza 2013’an de di mijara çareseriya siyasî û aştiyeke bi rûmet de mijar dubare aniye rojevê. Di mijara muzakereya demokratîk û aştiya bi rûmet de weke ku gelek caran gotî careke din Newroza 2013’an bi bîr tîne.

Rewşa girtiyên siyasî yên din ên li giravê çawa ne?

Muwekîlên me yên din ên li Îmraliyê jî bi birêz Ocalan re, di bin şertên heman tecrîdê de ne. Ji Adara 2015’an ku neqla wan ji bo giravê hatibû çêkirin heta niha tenê carekê jî nehiştine ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Nekarîne mafên xwe yên weke name, telefon hwd bi kar bînin. Bi malbatên xwe re li Îmraliyê bi tu awayî nekarîne hevdîtinê bikin. Em nizanin ka televîzyonê temaşe dikin an na. Ligel ku rabûna qedexeya hevdîtina parêzeran ji bo wan jî lê ye, serlêdana me ya 2’ê Gulanê ku me xwest bi wan re jî hevdîtinê bikin, nehat pejirandin. Dema me rewşa wan ji birêz Ocalan pirsî, birêz Ocalan diyar kir ku tenduristiya her sê muwekîlên me yên din jî baş e û silav li malbatên xwe kirine.

Back to top button