Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriye şehîdxistina Yasîn Bulut şermezar kir û got:”Şehîdxistina Bulut îradeya azadî, aşitî û biratiya gelan xurtir kir.”
Meclisa Rêveberiya Siyasî ya Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriye di daxuyaniya xwe de, ragihand ku sûc û bêrêziya li hemberî mafên mirovan, rêbazekî dewleta Tirk e ku têkoşeran hedef digire.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriye şehîdxitina Yasîn Bulut ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar dike û wiha hate gotin:” Şehîdxistina Bulut îradeya azadî, aşitî û biratiya gelan xurtir kir. Her wiha bi van êrişan nikarin îradeya kesên ku parastina nirxên edalet, azadî û biratiya gelan dikin, lawaz bikin.”
ANHA