ManşêtNûçe

Saziya Malbatên Şehîdan a Şedadê şehîdxistina Şukrî Serhed şermezar kir

Saziya Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê şehîdxistina Yasîn Bulut (Şukrî Serhed)bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Daxuyanî ji aliyê endama saziyê Sabrîn El-Teraf ve li pêşiya avahiya saziyê li navçeya Şedadê ya kantona Hesekê hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, rêbazên dewleta Tirk û sîxurên wê ji her kesî re eşkere bûye, fermandar û têkoşeran bi rêbazên qirêj qetil dike da ku destkeftiyên gelê Kurdistanê têk bibe.

Saziyê di daxuyaniya xwe de got:” Li hember vê hovîtiyê gelê Kurd li ber xwe da û di berxwedana xwe de xwe dispêre têkoşîn û îradeye rewa ya doza xwe ya dîrokî.”

Saziyê di daxuyaniya xwe de soza şopandina rêya şehîdan heta serkeftinê da.

Her wiha saziyê bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku bi lez dest bi lêpirsînê bike, sûcdaran bigre û wan radestî dadgehê bike.

ANHA

Back to top button