Kombûna Erebî ya Destekdayîna Doza Kurdî sûcê şehîdxistina têkoşer Yasîn Bulut şermezar kir û got ev yek binpêkirina serweriya Iraqê ye.
Kombûna Erebî ya Destekdayîna Doza Kurdî di daxuyaniyekê ku ajansa Firatê weşandiye de ragihand ku Kombûna erebî ya Destekdayîna Doza Kurdî binpêkirinên li dijî serweriya Iraqê yên dubare dibin, şermezar dike.
Di daxuyaniyê de Kombûna erebî ev sûc wek têkbirina aramî, ewlehiya şêniyan û binpêkirina serweriyê bi nav kir û hate gotin ev yek gefan li ser sivîlên li herêma federal çêdike.
Di daxuyaniyê de bang li saziyên navneteweyî yên berpirsê parastina aşîtî û ewlehiya navneteweyî hate kirin ku dest li rewşa Iraqê werdin da ku mafê wê yê parastina serweriyê were parastin.
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin: “Serkeftin ji netewa Kurd û gelê wê di Kurdistana azad, ewleh û bi istîqrar de.”
Hêjayî gotinê ye ku Kombûna Erebî ya Destekdayîna Doza Kurdî, rêxistinek civaka sivîl e û ne hikumî ye di sala 2004’an de ji aliyê gelek rewşenbîrên Ereb ve hat damezrandin.
ANHA