ManşêtNûçe

Parêzerê Rêber Ocalan: Pêwîst e biryara NY`yê bê bicihanîn

Parêzer û wasiyê Rêber Abdullah Ocalan, Mazlûm Dînç derbarê rewşa Rêber Abdullah Ocalan ku 27 meh e tu agahî jê nayê girtin, qedexeya hevdîtinan û cezayê dîsiplînê de ji ANHA’yê re axivî.

Parêzer Dinç bi bîr xist ku dewleta Tirk di mijara Îmraliyê de qanûnên xwe bi xwe û qanûnên navneteweyî yên ku qebûl kirine jî binpê dike û ev yek wiha rave kir: “Di qanûnên Tirkiyeyê de kesekî ku di zindanê de be, mafê wî heye ku hefteyê carekê bi malbatê re hevdîtinê bike. Dîsa bi parêzerên xwe re bêsînor dikarin hevdîtin bikin. Di peymanên navneteweyî de jî wekî Konseya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî yê Mafê Mirovan ev maf hatine naskirin, dewleta Tirk jî ev peyman îmze kirine. Destûrên Mandella re kesên di zindanê de mafê wan hatine pênasekirin. Di vir de jî ev mafê em dibêjin berfirehtir hatine naskirin. Lê belê li zindana Îmraliyê ev 25 sal in Birêz Ocalan di bin tecrîta girankirî de ye. Ji roja yekem heta niha gelek mafên wî hatine sînordarkirin. Heya 2011`an di hefteyê de rojekê tenê saetekê hevdîtina parêzeran çêdibû. Ev jî derveyî qanûnên dewleta Tirkiyeyê bû. Heya 2014`an hevdîtinên malbatê dihatin astengkirin. Piştî 2014`an êdî bi tevahî hat birîn. Di nav 10 salên dawîn de 5 hevdîtinên malbatê û 5 hevdîtinên parêzeran çêbûne. Ev jî nayê wê wateyê ku qedexe tine ye. Ev 10 sal in li Îmraliyê tecrîda mutleq heye. Hemû kenalên têkiliyan li Îmraliyê hatine birîn. Em nikarin tu agahiyê ji bi Birêz Ocalan û 3 girtiyên li Îmraliyê werbigirin.”

‘MAFÊ DADGEHA TIRKIYEYÊ NÎN E KU QEDEXEYEK WIHA FERZ BIKE’

Dînç da zanîn ku biryara birîna “cezayê dîsiplînê” û qedexeya hevdîtinan biryareke siyasî ye, bi tu awayî ne hiqûqî ye û ev tişt anî ziman: “Heya sala 2016`an dewleta Tirk bi hincetên keştî xirab bûye, rewşa hewayê ne baş e hevdîtin asteng dikirin. Piştî 2016`an li Tirkiyeyê rewşa awarte hate îlankirin, vê carê jî hincetek di bin navê rewşa awarte gotin Dadgeha Bûrsayê ya înfazê biryar standiye ku hevdîtinên parêzer û malbatê qedexe ne û bi rêya name û telefonê jî nikarin têkilî deynin. Hinceta cezayê dîsiplînê jî her sê mehan bi wê hincetê hevdîtinên malbatê têne astengkirin. Lê ev ne qanûnî ne û ne li gorî qanûnên Tirkiyeyê ne jî. Raste dadgehek vê biryarê distîne, lê belê li Tirkiyeyê dadgehek ger bikaribe biryarê bistinê pêwîst e di qanûnê de ew qedexe hatibe naskirin. Di qanûnên Tirkiyeyê de qedexeyek ewqas bê dem, bênavber û dirêj nehatiye naskirin. Ev maf nedaye dadgehê ku karibe qedexeyek wiha bide. Ji ber wê em dibejin bingeha vê ya hiqûqî tine ye. Ev nêzîkatiyeke siyasî ye. Ev hincetên ku nişan didin tu rewabûna wan tine ye. Ev ne li gorî qanûnên Tirkiye û peymana Mafê Mirovan ya navneteweyî ye.”

12 SAL IN BIRYAR NEDANE

Mazlum Dînç destnîşan kir ku li dijî van biryarên qedexe û cezayên dîsiplînê, serlêdanên saziyên navnetweyî çêdibin û got: “Gelek caran serlêdanên me li hember vê bêhiqûqiyê çêbûn. Me serî li dadgehên navneteweyî dan. Ji xwe dadgeh hemû di bin bandora desthiladariyê de ne, ji ber wê tu hêviyên me nîn e. Ne mumkin e ku biryareke cuda bidin. Lê dîsa jî em têkoşîna xwe ya hiqûqî di asta sazî û dadgehên navneteweyî de dimeşînin da ku em bikarin vê mijarê bibin dadgeh û saziyên navneteweyî. Ji sala 2011`an de serlêdana me derbarê tecrîd û qedexekirina hevdîtinan Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê heye. Piştî wê jî gelek serlêdanên me hene, lê serlêdana herî kevn sala 2011`an çêbûye. Ev 12 sal in Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê biryar nedaye.”

‘LI DIJÎ PÊŞNIYARAN DEWLETA TIRK QEDXEYA HEVDÎTINAN NÛ DIKE’

“Her serê 3 mehan bi awayekî asayî raporan ji CPT`ê re dişînin” bi van gotinan Mazlûm Dînç diyar kir ku heya niha CPT bi erka xwe ranebûye û axaftina xwe wiha domand: “Ger derfet hebe em yek bi yek hevdîtinan bi wan re çêdikin. Li hember vê bêhiqûqiyê em dixwazin xwedî helwest bin. Ji ber ku erka wan e. Mînaka wekî Îmraliyê li tu dewletan tine ye, dijî vê îşkenceya herî giran divê CPT xwedî helwest be. Dem dem CPT çû girêva Îmraliyê, hin hevdîtin kirin. Di raporên xwe de dibêjin `ev rewşa heyî nayê qebûlkirin, ne li gorî pîvanên mafê mirovan ê navneteweyî ye, divê demildest girtiyên li zindana Îmraliyê bi parêzer û malbatên xwe re bi awayekî asayî û bêsînor bikarin hevîdtinê bikin`. Ev pêşniyarên wan ji aliyê dewleta Tirk ve nayên bicihanîn. Ew cidî nayên girtin. Berovajî vê dewleta Tirk bi cezayên dîsiplînê yan jî biryarên qedexekirinê berdewam dike. Her sere 3 mehan cezayên dîsiplînê her serê 6 mehan jî biryara qedexekirina hevdîtina parêzeran nû dike.”

‘YÊN VÊ BIRYARÊ DIDIN BI XWE JÎ DIZANIN DIJHUQÛQIN’

Dînç îşaret pê kir ku yek ji bêhiqûqiya li Îmraliyê ew e ku sedema cezayên disîplînê û qedexeya hevdîtinan nîşan nadin. Dînç destnîşan kir ku li gorî hiqûqa Tirkiyeyê ne mumkine ku tu dozekê an jî biryarekê ji parêzeran bê veşartin û ev tişt gotin: “Ger te biryarek girtibe divê tu bide wî parêzerî ku li hember bikaribe têkoşîna xwe ya hiqûqî berdewam bike, îtîrazên xwe bike. Yên vê biryarê didin Dadgeha Bûrsayê ya înfazê û yê cezayê dîsiplînê didin îdareya greva îmraliyê jî bi xwe dizanin ev nehiqûqî ne. Li dijî vê helbet me serlêdan dikirin û di asta navnetewî de me teşhîra vê dikir. Piştî vê Ji bo ku têkoşîna hiqûqî ya prosedûr nemeşê êdî biryar dan ku van biryaran jî nedin me. Lê dîsa jî çiqas ew van biryara veşêrin jî dîsa jî hewildan, têkoşîn û îtîrazên me li hember vê bêhiqûqiyê wê berdewam bike.

Di meha Adarê de dîsa cezayê dîsiplînê nû kirine û meha Nîsanê de biryara qedexekirina parêzeran nû kirine. Piştî ku dem derbas dibe em nû pê dihisin. Em çiqas serlêdanan dikin û hewil didin van biryara bigrin jî nadin me. Lê dîsa jî dema agahiya me çêdibe li hemberî van biryara serlêdanên me çêdibin. Herî dawî ji bo em wan biryara bigrin me serlêdan kirin, lê dîsa ev biryar ji me veşartin. Têkoşîna me ya hiqûqî li hember vê hîn jî berdewam dike.”

‘REWŞA INCOMMUNICADO YA LI ÎMRALI BÊMÎNAK E’

Parêzer Mazlûm Dînç da zanîn ku rewşa incommunicado ya li Îmraliyê di cîhanê de bêmînak e û got: “Li hember van biryarên dawîn jî serlêdanên me di asta Dadgeha Bûrsa ya înfazê de çêbûn lê ew jî bê bêencam man û herî dawî serlêdana Dadgeha Mekazagonê jî çêbû. Piştî wê jî vê biryara bêhiqûqî em ê bibin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa yan jî Komîtaya Mafê Mirovan a Netewên Yekbûyî. Par me serî li Komîteya Mafê Mirovan a NY`yê da ku derveyî astengkirina hevdîtina parêzer û malbatê mijara negirtina agahiyê xetertir e ku qet nayê qebûlkirin. Di hiqûqê de ji vê rewşê re “incommunicado” tê gotin. Yên mînakên vê rewşê ne ewqasî giran in. Hin kes di zindanan de hefteyek yan jî sê mehan agahî ji wan nehatiye girtin. Di van rewşan de jî ji aliyê Komîteya Mafê Mirovan de biryar hatiye dayîn ku ev binpêkirina mafê nedîtina îşkencê ye. Lê rewşa Birêz Ocalan û her sê girtiyên din girantir e.”

‘DIVÊ JI BO BIDAWÎKIRINA ÎŞKENCEYÊ BIRYAR BÊ GIRTIN’

“Tişta herî xeter ew ê ku ji Îmraliyê tu agahî tine ye” bi van gotinan Dînç anî ziman ku li dijî vê îşkenceyê divê yekser biryarek bê girtin û wiha nirxandina xwe dewam kir: “Ev 27 meh in em qet agahî nagirin. Wekî parêzer em nameyan dişînin ji bo em agahî ji wir bigrin lê ev nameyên me diçin naçin em wê jî nizanin. Ji ber ku tu bersiv nayê. Ev rewş bi serê xwe îşkenceyeke giran e û pêwîste bi awayekî lezgînî be ku li benda prosedûran bisekinin, ji bo ev rewşa xeter ya îşkence bi dawî bibe divê biryarekê bigrin.  Ev daxwaza me ya Komîteya NY`yê bû û ev daxwaza me hate qebûlkirin. Ji hikûmetê re jî ragihand û got `divê tu pêşiya hevdîtinan veke, girtiyên li zindana Îmrali çi demê bixwazin divê bikaribin parêzerên xwe re hevdîtinê bikin.` Ev biryara tedbîrê di Îlona 2022`yan de hat dayîn, lê belê bi cih neanîn. Çileya 2023`an de jî ev biryar hate bibîrxistin û ji hikûmeta Tirkiyeyê re hate ragihandin. Lê belê hîn jî ev biryar ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve nehatiye bicihanîn.”

‘CPT HEYA NIHA PROSEDÛRÊ NADE DESTPÊKIRIN’

Parêzerê Rêber Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç di dawiya axaftina xwe de got ku divê CPT rapora xwe ya dawîn a serdena Îmraliyê eşkere bike û got: “Gelek bangawaziya me jî çêbûn. Gelek hevdîtin û serlêdanên me bi awayekî asayî hene. Divê CPT hem rapor biweşîne, hem helwesteke tundtir nîşan bide. Di peymana wê de jî ev mafê wê heye. Dema em CPT re hevdîtin dikin her tim prosedûra xwe bi bîr dixin û dibejin `bê hikûmeta Tirkiyeyê em nikarin raporan biweşînin` ev ne rast e. Ger dewletek di îşkenceyê de israr bike pêşniyarên komîte bi israr bicih neyîne, Komîte li gor xala 10`emîn a peymanê dikare daxuyanî bide. Ji bob ala raya giştî bikşîne ser wê îşkence û dawîkirina wê rewşê dikare daxuyanî bide. Lê CPT heya niha vê prosedûrê nade destpêkirin. Ev rewşeke xeter e. Ev nayê qebûlkirin. Em dîsa bang li CPT`ê dikin ku li hemberî vê îşkenceyê xwedî helwest bin û ji bo ev îşkenceya giran bidawî bibe erka xwe bicih bînin.”

Back to top button