ManşêtNûçe

Parlamenterê PE: Divê Yekitiya Ewropayê dest ji destekkirina hikumeta Erdogan berde

Palamenterê Partamentoya Ewropa Nikolaj Villumsen diyar kir ku Tifaqa Cumhurê ya serkêşiya AKPê ya li Tirkiyeyê, dê zirarê bide her kesî û bang li Ewropayê kirk u dev ji biştgiriya Erdogan berdin.

Nikolaj Villumsen diyar kir ku ji nû ve hilbijartina Erdogan ji bo hemû gelên li Tirkiyeyê xetereyeke mezin e û got:

“Ev yek tê wê wateyê ku zilma li ser karker, feminîst, û kurdan bidome.

Tê wateya ku erdogan planên xwe yên dagirkeriyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidomîne, ev yek ji bo her kseî xetere

Nikolaj Villumsen wiha berdewamî da axaftina xwe:

“Tirkiyeyê bi dagirkirina hin herêmên li Sûriyeyê re bi awayekî aşkera hiqûqa navneteweyî binpê kiriye.

Em dibînin ku Erdogan bi destê xwe bi îslamîstên tundraw re dixebite da ku şerê şoreşa alîgirê demokrasiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

Ev metirsiya vejandina DAIŞ’ê ye ku ne tenê ziyanê bide gelê herêmê, her wiha ziyanê bide me hemûyan.”

Villumsen diyar kir ku divê Yekitiya Ewropayê dest ji destekkirina hikumeta Erdogan berde.

Ronahî

Back to top button