ManşêtNûçe

Komeke hiqûqnas amadekariyan dikin ku tecrîda li ser Rêber bixin rojeva  NY`yê

Komeke hiqûqnasan bi beşdariya û piştgiriya hin rêxistinên hiqûqî, yên pirsporên mafên mirovan û girtiyên siyasî, amadekariyan dikin ku doza tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirina qanûnên NY`yê ji aliyê dewleta Tirk ve bixin rojeva civîna 53`yemîn a Komîteya Daîm a Mafên Mirovan a NY`yê.

Ji zêdetirî 24 salan ve Rêber Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê dîl hatiye girtin û di nava tecrîdeke giran de ye. Tevî hemû daxwaznameyên parêzerên wî yên ji desthilata Tirkiyeyê re pêşkêş dikin lê Ji zêdetirî 27 salan ve agahî jê nayê girtin.

Ji îro ve, ji bo nîqaşkirina mafên mirovan li cîhanê, amadekeriyên lidarxistina civîna 53`yemîn a Komîteya Daîm a Mafên Mirovan li paytexa Siwîsrayê Cinev, dest pê kirin.

Li gorî endamê Rêxistina Efûyê, serokê berê yê dadgeha Misirê û serokê Meclisa Rêveberiya Mala Edaletê ya Darizandina Navneteweyî û Parêzeriyê Elaa Selame ku dê tevî komeke hiqûqnasan û nûnerên rêxistinên hiqûqî yên cîhanê tev li civînê bibin, ji ANHA re axivî û diyar kir ku ew plan dikin doza tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan ji aliyê desthilata Tirk ve bixin rojeva civînê.

Selame destnîşan kir ku armanca wan ji vê gavê ew e ku encamên ku Komîteya Mafên Mirovan ji raporên binpêkirin û sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan û hevalên wî û girtiyên siyasî yên Tirkiyeyê, derxistine çi ne, bê pirsîn.

Komîteya Mafên Mirovan a NY`yê, di Îlona 2022`yan de bang li desthilata Tirk kir ku rê veke li pêşiya girtiyan da ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê çêkin. Di Çileya 2023`yan de, komîteyê careke din bang kir lê bê encamp bû.

Der barê de parêzer û miwekîlê Rêber Abdullah Ocalan Mezlûm Dînç destnîşan kir ku li gorî qanûnên Tirkiyeyê, dadgeh nikare cezayan li Rêber Abdullah Ocalan bibire û got: “Lê ji ber ku rêxistinên navneteweyî yên têkildarî bersiva daxwaznameyên hevdîtinê nakin, Tirkiye sûcên xwe didomîne. Divê biryara NY`yê ya têkildarî mijarê pêk were.”

Back to top button