ManşêtNûçe

Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan Rêzan Sarica, Raziya Ozturk, Îbrahîm Bîlmez û Serbay Koklu ji bo ku sibê bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji parêzerên rêber Abdullah Ocalan, Rêzan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan yekem car di 2’ê Gulana 2019’an de, piştre jî heman salê di 22’ê Gulanê, 12 û 18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxê de karîbûn Abdullah Ocalan bibînin.

Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê bi behaneya”nexşeya rê” ya ku Ocalan di sala 2009’an de weke parêzname pêşkêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kiribû, weke behane nîşan dabû û di 23’ê Îlonê de ji bo 6 mehan hevdîtina bi parêzeran re li Ocalan qedexe kiribû.

Back to top button