ManşêtNûçe

Dayika Acar: Bang li rayedaran kir.. keça min berdin

Tenzîle Acar a 23 salî li Stenbolê di sala 2017’an de hatibû girtin û ew şandibûn Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê.

Acar ku di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye, li nexweşxaneyê teşxîsa Hepatît B hate danîn.

Piştî ku xwîn ji qirika wê hat, ew rakirin nexweşxaneyê û di encama lêkolînê de hate tespîtkirin ku bi nexweşiya jana zirav ketiye.

Girtiya nexweş Tenzîle Acar bi rêya telefonê ji dayika xwe Rasmiye Acar re got ku bi nexweşiya jana zirav ketiye.

Dayik Acar diyar kir ku keça wê piştî rakirin nexweşxaneyê ew xistin hucreya yekkesî û got, “Keça min li ber mirinê ye.”

Dayik Acar got, “Bang li rayedaran dikim; keça min berdin. Her kesên xwedî wijdan divê ji bo keça min tiştekî bike. Divê êdî rayedar feryada dayikan bibihîzin.”

ANF

Back to top button