ManşêtNûçe

DYA li hemberî binpêkirnên dagirkeriya dewleta Tirk “pir metirsîdar e”

Li gorî raporeke Şandeya DYA’yê ya li dijî DAIŞ`ê ya Sûriye û Iraqê, DYA li hemberî binpêkirnên hiqûqî li herêmên bakurê Sûriyê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de “pir metirsîdar e.”

Tevî ku berpirsên Tirk dibêjin ew ji bo wan îdiayan lêpirsînan dikin jî, lê belê di rapora mehên Cotmeh û Îlona 2020`an de hate gotin: “Wezareta Karên Derve dibîne ku encam ne kêrhatî ne.”

Dewleta Tirk û çeteyên wê di Cotmeha 2019`an de Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin.

NY`yê di raporeke xwe ya Tebaxa 2020`an de çeteyên bi navê “Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê” bi îşkencekirin û tecawizkirin dîlgirtiyan û talankirin milkên sivîlan, tawanbar kiribû.

Di rapora Şandeya Amerîkayê de tê gotin: “Berpirsên amerîkî raporên li ser bûyerên kuştin, îşkencekirin, revandin, şantaj, binçavkirina bê ser û ber û qutkirina avê ji ser milyon û nîvek mirovan, bi dest xistine. Bi wê yekê bal dikişînin ser tundiya li dijî Kurdên koçber, êzidiyên li Efrînê û xiristiyanên li Serêkaniyê hatiye belgekirin.”

Di Îlona 2020`an de jî nûnera NY`yê ya mafên mirovan Michelle Bachelet got, rewşa mafên mirovan li herêmên Sûriyê yên di bin dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de “kambax e û li wir tundî û sûc tên kirin.”

Di raporê de her wiha metirsiyên li ser raporên cuda yên girêdayî tundiya li dijî Kurd, êzidî û xiristiyanên ku nikarin bi ewlehî vegerin herêmên xwe yên di bin serweriya çeteyên girêdayî dewleta Tirk de, hate nîşandan.

ANHA

Back to top button