Hemereng

Ne Amed û ne jî Amed Spor serî li ber faşîzmê datîne

Îro Taxima Amed spor derket pêş Taxima Fenerbahçe û bi rihê berxwedana Bakûr Kurdistan dest bi maça xwe ya yekem a çerîkfînalê kir.

Leystikvanên Amed spor, berxwedana gelê xwe jibîrnekirin û rihê wê Berxwedanê birin meydana leystkê. Her çend ragihandina Dewleta Tirk hin beşê berî maçê sansor jî kir, lê Amed spor mesaja xwe gihand Evîndarê xwe. Pankarta kû Amed spor hilgirtibû û li ser nivîsandibû; Bila Zarok Nemirin, Bila werin maçê.. bi serê xwe mesajek û derbeyek bû ji dagirkeriya Hikûmeta AKP`ê re.

Maça ku her kesî digot wê rehet û hesanbe ji Fenerbahçe re, wek berxwedana Bakur li dijî faşizma dewletê bi dawî bû. Tevî ku reqîbê Amed spor yek ji taximê herî zîreke di Liga Turkyê de, lê rihê berxwedana gelê me hêrsa Amed spor re bilintir kir û bi encamek ku kesî bawer nedikir, bi sikora 3-3 ji her alî re bi dawî hat.

Leystikvanê Amed spor Deniz Naki ku bi bihana piştgiriya berxwedana bakur dike ji maçê hatibû dûrxistin, pişti tûtika dawî a maçê ji Rojnameya Sol re ragihand û got; kû Ez 50 maçî werim dûrxistin jî, ez ji ser a xwe venagerim, min tenê piştgirya rastiyê kirye. Kesî bawernedikir em xwe li ber Fenerbahçe bigrin. Kû me maç winda kirbajî kesî lom ji me nedikir ji ber kû em di rewşa Şer de û bê piştgir dileyîzin. Me tevî hemû şert û mercan gelê û piştgir xwe di xweş kirin ev bi serê xwe serketinek bû.

Şivan Kavê

Back to top button