HemerengNûçe

“Hê me nav li pitika xwe nekiribû, ew şandin girtîgehê”

Eylem Oyunlu tevlî pitika xwe ya 10 rojî û keça xwe ya 2 salî xistine girtîgehê. Hevjînê Oyunluyê giliyê dozger û dadweran li bal HSKyê kiriye û got, “Hê me nav lê nekiribû, bê nasname bû. Ew xistin girtîgehê.”

Îsmaîl Ozdenê ku hevjina wî Eylum Oyunlu tevlî pitika wî ya 10 rojî û zaroka wî ya 2 salî hatine girtin got: “Pitika min a 10 rojî, keça min a 2 salî û hevjîna min xistin girtîgehê, ji dilê min nayê ez derî vekim û biçim malê.”

9 roj bûye ku hevjîna wî Eylum Oyunlu ya bi çel û du zarokên wî xistine girtîgehê.

Dozgeriya Komarî ya Liceyê, li Amedê lêpirsînek daye destpêkirin û Eylum Oyunlu hatibu desteserkirin. Dadweriya Silh û Cezayan a Licê Oyunlu di 17ê Hezîranê de bi tohmeta ku “alîkariya rêxistinê kiriye” girtiye.

Oyunlu tevlî pitika xwe ya 10 rojî û zaroka xwe ya 2 salî ku hîna bê nasname ne, hatine girtin û ew şandine Girtîgeha Jinan a Amedê.

Îsmaîl Ozden, hevjînê Eylem Oyunluyê giliyê dozgerê Licê û dadwerê Dadgeha Silh û Cezayan ê Licê li bal Lijneya Dadwer û Dozgeran (HSK) kiriye.

Ozdenî got ku hevjîna wî dema çû mêvantiya mala bavê xwe, ji bo îfadeyê bang li wê kirin. Ozdenî diyar kir ku beriya biryara girtina hevjîna wî, dadwer û leşkerî li odeya dozgerî kom bûne. Piştî wê jî biryara girtinê derketiye.

Tevlî pitikê sê saetan li edliyeyê mane

Ozdenî ev tişt gotin:

“Ji bo îfadeyê bang li hevjîna min kirin. Em çûn Qereqola Cendermeyan a Licê. Ew şandin Edliyeya Licê. Li wir dozgerî ew şand ber destê dadgehê. Ji saet 5ê êvarê heta 8ê êvarê em li edliyeyê bûn. Dadgehê navberek daye. Dadwer çû odeya dozgerî. Dema derket, rasterast biryara girtina hevjîna min dan. Çi gunehê wê, sûcê wê hebû. Tenê çûbû cem mala bavê xwe. Zarokên ma li wir li bal me bûn. Pitika 10 rojî di hembêza hevjîna min de bû. Min hewl dida ez zaroka 2 salî bidim sekinandin. Em niha perişan bûne. Ez naxwazim xweşkî herim malê, deriye xwe vekim. Ne zarokên min, ne hevjîna min… Ti kes nîne.”

“Ez ji virusê ditirsim”

“Ez ji vîrusê ditirsim. Zaroka min hê 10 rojî ye. Nexweşî bi wê pitika min a nûçêbûyî re hebû. Çavên wê venedibûn. Elem di çavên wê de çêbûbû.” (AO/FD)

Back to top button