Çand û HûnerHemerengManşêt

Pirtûkên Sitranên Kurdî bi Çar Bergan Tên Çapkirin û Niha Dora Radyoya Bexdayê ye

“Radyoya Êrîvanê li gor me paqij bû, qediya. Îca me niha dest bi radyoya Bexdayê kiriye. A Radyoya Bexdayê tev nîn be jî ên di destê min de ji bo çapê hazir in, mayê notayên wan.”

 

Beriya bi çendekê Deutsch-Kurdisches-Kulturinstitut (Enstîtuya Çandê ya Alman û Kurdan) Stranên Arşîva Radyoya Erîvanê wekî pirtûk bi 4 bergan çap kir. Berga yekê û ya diduyê ji bo “Stranên Rîtmîk”, berga sisiyê û ya çarê jî ji bo “Stranên Serbest” hatibûn veqetandin. Tevî DVD’yên wan stranan, nota, gotin û analîzên van stranan di çar bergan de hatine komkirin.
Lêkolînerê muzîka Kurdî û stranbêj Cewad Merwanî bi salan e li ser vê arşîvê kar dikir. Cewad Merwanî hê di xortaniya xwe de dest bi berhevkirina stranên Kurdî kiriye, heta demekê ji bo kanala televizyonê ya fermî a dewleta Tirk TRT´ê jî ev kar kiriye, lê niha bi dilekî rehet dibêje, baş e ku ew kar neçû serî. Cewad Merwanî heta niha bi hezaran kasêt bi alîkariya nas, dostan kariye berhev bike û li cem xwe bihêle.

Ez ne şaş bim te ji bo TRT’ê jî demekê stran berhev kirine?
Sala 82´yan bû ez bawer dikim, ew mesela TRT çêbû. Li Diyarbekir pêşbirkek çêbûbû, digotin herçî qezenc bike, em ê wî bikin xebatkarê TRT´ê, em ê wî bişînin konserwatuarê. Yanî tu diketî TRT´ê û meaşek jî didan te.
Hê min lîse xelas nekiribû. Îca li Diyarbekir em ketin vê pêşbirkê û min qezenc kir. Qelemek dane min, saetek dane min, û ji min re gotin, kîmlîga xwe tiştên xwe bîne, qeyda xwe li Diyarbekirê li radyoyê çêke. Paşê min qeyda xwe çêkir, gava çûm vê derê, ez rojekê du rojan li wir mam, ji min re gotin, em ê teybek û kasêtan bidin te, tu yê herî li gundan bigerî, ji devê dengbêjan, ji dawetan, tu yê wan stranan kom bikî û tu yê bikî repertuwar ji xwe re.

Yanî digotin tu bi xwe wergerine Tirkî?
Erê, erê çawa. Digotin tu yê wergerînî Tirkî, ewê bibe repertuwar ji te re, tu yê kopiyaya wan bidî me jî. Min jî hingî got, jê xweştir tine, û min lêxist ez çûm gundan. Texmîn dikim 5, 6 meh bûn, wisa min ev xebat kir. Ne şaş bim 53 ew kasêtên Sony wê çaxê yên mezin, yanî 90 metre min dagirtin. Ji dengbêjan ji wan gundan, ji dawetan min komî ser hev kirin, tev anîn.
Hevalên din min tim navê wan gotiye, hevalên min ên têgihîştî hebûn tiştên ne xweş ji min re digotin. Te dî wan çaxan hinek hunermendên koka wan Kurd lê xizmeta Tirkî dikirin hebû.

Jixwe wan salan moda bû ew tişt ne were? Ji wan re digotin ‘Doğulu’ (Rojhilatî), hingî ji wan pir hebûn…
Erê sihet xweş, Îzzettîn Altinmeşe, Burhan Çaçan, Kuçuk Emrah û çend kesên din hebûn. Me piştre fêhm kir ku hingî konsepta wan ew bû ku bi hunerê tine bikin, yanî mesele wan ne ew bû îlhes min bikin TRT´ê, ne ketibûn etra min de. Wî çaxî jî û beriya wê jî ez diçûm dawetan. Ez tam nizanim ya 75 bû yan 76 bû, ez zarok bûm, hê diçûm ortaokilê, sala ewil bû ketibûmê. Em diçûn cem Koma Azadî.

Beri we hebû ya we çêkiribû ew kom?
Na welehî berî me hebûn. Riya Azadî (Özgürlük Yolu) hebû, koma wan bû. Îca ewana qazaxek ji Swedê anîbûn, li serê bi kesk û sor û zer nivîsandibûn, Roja Welat. Ev qazax li min kirin, ez zarok bûm, li kesî nebû, belkî li kesekî din bûbûya li min nedikirin ji ber ku ez biçûk bûm li min hat. Em derketin Dîlan Sînemasî ya li Diyarbekir, li wê derê du heb stran bi min dan gotin, hingî kêfa min hat, hindik mabû ez bifirim, ewqas xweş bû. Di vê şevê de ev qazax li min kirin û ez bi koroyê re derketim. Wî çaxî zehmet bû zarokek bi tena serê xwe here cihekî, mesela ez li Farqînê dimam ji bo min zehmet bû bi tena serê xwe herim Diyarbekir. Îca em bi hev re çûn ji Farqînê, em bi hev re di Dîlan Sînemasî de derketin. Piştre min grubek ji xwe re çêkir, du sal beriya 12’ê Îlonê bû. Teknîkên me, boksên me kêm bûn. Em derdiketin dawet mawetan, wirde wêde. Li Farqînê qehweyeke me hebû, rojek di ser 12’ê Îlonê re derbas bûbû, avêtin ser vê qehwexaneyê jî, me tê de 400, 500 kaset veşartibûn, ji xeynî çendekan, hema bêje giş bi Kurdî bûn. Wan kasetên min giş avêtin ber tekelê kamyona eskeriyê. Paşê min çû giş top kir, xist nav torbekî, min bire nava baxçê da. Min xweşik şirîtên wan vekirin, kasêtên nû min anîn, min şirît kirin zikê wan kasêtan da ku di destê min de bimînin. Jixwe, pirê wan jî min jiber kiribûn. Min du rojan li kaset guhdarî dikir, roja sisiyan min jiber dikir. Piştî 12’ê Îlonê ew kasêtan xwe min giş kirin bin erdê.

Ew kasêtên berî TRT’ê jî te bi xwe berhev kiribûn?
Beriya 12 Îlonê kasêt hebûn, hinek jî ji derve dihatin. Îca awana jî gava şofêr diçûn Iraqê, Zaxoyê, min ji wan temîn dikir, digotin çi em ji te re bînin, min digot kasêtan bînin. Min anîbû kom kiribûn, gelek kasêtên hunermendên wê çaxê, wekî Kawis Axa, Hesenê Cizîrî, Mehmed Arifê Cizrawî, Meryem Xan. Tevî kasêtên min berhev kirî, hema bêje 300 kasêt çêbûbûn. Min ew kirin nava naylonê, û xistin nava tekel, û nava tekêl jî bi kayê dagirt da ku ji baranê şil nebin. Ewanên ji bo TRT’ê min çû berhev kir, sala 82´yê bû qey, min ew jî anîn. Jixwe, ez neçûm TRT’ê ne jî konservatuwara wan. Min kasêtên xwe jî nedabûn TRT’ê wî çaxî

Çima têkiliya te bi TRT’ê re qut bû?
Hevalên ku şev û ro em bi hev re bûn, di mektebê de jî em bi hev re bûn, me pirr jî ji hev hez dikir, ew hinekî din têgihîştî bûn, wan got, ”Law tu diçî tiştên me difiroşî dijmin”, ”Tu diçî wan stranên me pê dilîzî jî niha dikî malê diziyê’’. Gotin em ê têkiliya xwe qut bikin ji te, ew çi ye tu dikî, tu xwe difiroşî, heta ez bi gotinên wan êşiyam jî. Min jî rabû, got, heqet ez jî ji Kurdîtiyê hez dikim, ew çi ye. Bavê min jî nedixwest, malbatê jî nedixwest biçim ji wan biqetim, meseleya me ya aborî jî nîn bû. Wî çaxî te dî, bavê min digot, çi lazim be ez ê ji te re bistînim, çi cîhaz çi teyîb. Nedixwest ji ber çavê wî herim. Min çû teyîba wan da wan û min kasêtek jî neda wan.
Min jî digot, ez ê cîhazekî baş bistînim, ez ê biçim dawetan, ez ê biçim ger konseran tişt miştên wisa hebin. Werhasil bi vî awayî malbat jî hevalên min jî bûn sebebê ku min ji firîneka zinarekî filitandin. 12 salan jî min li dawetan lê xist. Heta Wanê heta Beyazidê, heta Cizîrê, Silopî, Mêrdinê nizanim Diyarbekir jixwe tim li wê bûm, li Licê derdora wê. Gava ez hatim Ewrûpayê jî wan kasêtên ku min veşartibûn, min cihê wê got ji wan re, çûn derxistin, ji min re şandin.

Tiştek bi wan nehatibû?
Sala 93’an bû ji Sûriyeyê jî wekî 200 kasêtan min ji wir jî anîn. Her wiha ez dawiya 95´an çûm Êrîvanê, min ji wir jî hindek kasêt anîn. Min ew giş kom kirin, loma ez dibêjim, ew berhema şoreşê ye, bi xêra wê şoreşê nebûye te dî, meriv nikarîbû ji bin karekî wisa rabe, rastî bêjim min bi xwe nedikarî. Hinek jî li wira hebûn, hinek min ji hevalê Şemdîn stendin, hinkî min ji Zarîfe stendin, hinkî hevalê Merdan anîn, bi vî awayî arşîv di bin banê Mîr Muzîk, Akademiya Kurdî de di bin van sîwanan de min parast. Niha 42 hezar kisûr stranên me henin. Eger di her kasêteke de 10 stran hebin hema bêje dikin 4 hezar 200 kasêt. Hema em bêjin ji stranan 10 hezar dubare ne, 30 hezar stranên me di wir da kom bûne. Îca ewaya xezîne ye, tabî ew xezîne milkê min e, na, ê me teva ye. Demekê em çûn cem hevalan, li wir Mustafa Karasu hebû, gotineke wî hebû di serê min de wekî bizmar zeliqiye, digot, Ereb li ser bîra petrolê rûniştine lê Kurd jî li ser bîra çandê rûniştine. Ew gotin, bi rastî jî gotineke tarîxî ye. Îca gava meriv li wan stranan dinêre, ez diçim berî sê sed salan, çar sed salan, tê de edebiyat heye, tê de êş heye, xweza heye, derd heye, derman heye her tişt heye. Axîna jinê heye, di wan stranan de çiqas rola jinan mezin e, min dîtiye, çiqas jin afirîner e, min dîtiye.
A yekê me ew stran kirine arşîv, ji bo winda nebin. A duyê, girtina pêşiya qirkirina çandê ye, ya sisiyê jî ji bo ku ên me çi ne ên xelkê çi ne xuya bibin.

 

Di nav çar cîldên Stranên Erîvanê de tevde çend stran hebûn?
Esas 1150 stran bûn, hindek dubare bûn, hindek jî heqê telîfê hebû li ser wan, man 915 stran. Hê destpêkê min pirtûkek çêkiribû, wê çaxê DVD dernektibûn, tê de nêzî 1000 stranan hebûn, ew CD´ya wê çênebû, weşanxaneya Avestayê derxist, ew pirtûk tevlîhev bû yanî stanên Hekarî bûn, Serhede bûn, Amedê bûn ên Soran bûn. Lê piştî wê me yek a Êrîvanê çêkir, tenê yên rîtmîk ên dawetan me ew çêkir. Arşîv hê di destê me de mabû, vê neqlê me arşîva radyoya Êrîvanê kire nav her çar cîldan. Arşîva Radyoya Êrîvanê paqij bû a niha.
Di nava vê xebatê te de keda gelek kesan heye; di serî de Weysî Varli, Şiyar Ayaz, Evren Koç, Serwet Denîz, Mehmet Çakmak, Serhad û Ulaş.

Xebatên bi vî rengî wê dewam bikin?
Radyoya Êrîvanê li gor me paqij bû, qediya. Îca me niha dest bi radyoya Bexdayê kiriye, me dest bi xebata dengbêjan jî kiriye, heta niha 1560 heb dengên wan tekstê wan me hazir kirine. A Radyoya Bexdayê tev nîn be jî ên di destê min de ji bo çapê hazir in, mayê notayên wan.

J: Y.Ö Politika Î.B

Back to top button