CivakHemerengManşêtNivîskar

Cejna Ser Salê

 

Her ji çerxên kevin ve xelkê welatê me pêşwazî li sala nû dikirin bi kêf û şahî û her ji hingîde serê salê ji meha Nîsanê destpê dikir.
Lewra hindek mêjonivîs di wê baweriyê de ne ku peyva Nûsal ji peyva Nîsan hatiye.
Em ji mêjoyê dizanin ku miletên mîzobotamya berî 4-5 hezar salan cejna serê salê dikirin û bi taybet Babilyan û Aşûryan û miletên Arî jî, çavakî pîroz berê xwe didan cejna Newroza pîroz. Lewra dibînin miletê Arî cejna Newroz dikin û bi cejna serê salê dizanin.
Û ji ber vê yekê Êzîdî heta niha meha nîsanê meheke pîroz di nav mehê salê de dibînin û di vê mehê de Hevjîniyê nû Pêknayînin (jina nayînin û dibêjin meha Nîsanê bi xwe bûka mehaye) û ya xemilya û çi bûkên ciwantir û şepaltir di ser xwere nabînê.
Cejna Serê salê pîroztirîn û dêrîntirîn cejna Êzidiya ye, ev cejin dikeve Çarşema yekê ji meha Nîsana Rojhilatî. Ev cejin cejina sirûştê ye, cejina vejîn û zêdebûna hemû giyandera ye. Êzîdî dibêjin vê cejinê jî cejina Tawisî Melek.
Ev cejin bi navê wê xwiya ye ango ahenga serê sala nû ye, li vê cejinê malbatên Êzîdî bi wateyeke mezin pêşwazî dikin û hêkan bi reng dikin, ji ber ku hêk nîşana erdê û rengkirina wê xemla buharê ye.
Rengê buharê zer, kesek, sor ji kulîlk, gul, giya, nêrgiz, deşt, çol û beyar rengê sirûştê ne.
Di bawerya Êzidiyan de ku rengkirna hêkan ew kû hêk nîşana zêdabûnê ye û çêbûn bara bêtir ji giyanderan li ser rûyê erdêye. Di vê mehe de hemû giyander dest bi hêkirina zanê û hevjînê dikin û bi zêdebûna wan erd zêdetir geş û kesk dibe. Hindek rê û resmên taybet li êvara vê cejinê li persgeha Lalişa pîroz tên geran û bi kêf û xweşî û li gel dengê awazên qewil û beyta û hilgilandina qîz û dayeka fitîl û çirayên agir li sûka merîfetê û li ber nîşangehên çend xas û babçakan hil dikin û kesekî amedeye li persgeha Laliş di vê beşdarî hilkirina wan fitîlên agir ku di bîr û bawarên Êzîdiyan de Xwedê wê rojê de kar û barên kinyatê siparte yekî li milyaketên xwe.
Li êvara cejnê li gund û komalgehên Êzîdiyan rê û risim têne kirin û şêranî têne çêkirin û hemû mal a wan li gel hêke rengirî li hev digerînin da ku dilên wan li hev xweş bibe û malbat diçin goristana û disa hêkan û şêranî belav dikin bi xêra miriyên xwe li ser yek û du li ser belengazan. Zarok , kur û keç ber bi çola ve diçin kulîkên nîsanê (xecxecok) amede dikin ji bo sibeha cejnê di keve meha nîsanê û nabê erd bê kolan, zarok, gênc û keç çend yariyan dikin weke hêkanê.
Li sibeha roja cejnê ango roja çarşemê kebaniya her maleke Êzîdî gurzek ji kulîlkên nîsanê li gel qalikên hêkên reng kirî bi hevîr bi ser deryê malê ve dikên û zarok li nav malan digerin û cejnê li hev pîroz dikin û zilam hêka li gel xwe dibin nav zevî û wan hêkan dixwin û qalikên rengkirî avêjin nav dexil û danê xwe ji bo berketê.

Nesîm Şemo

 

Back to top button